Di sala nû de wê li Şengalê heta refa 6'an perwerde bê dayîn
Ji bo ku êş û azarên fermanê ji bîr bikin û ola xwe nas bikin, tevî ku dibistan nîne jî zarok li binê konan tên perwerdekirin. Sala nû ya perwerdeya li çiyayê Şengalê wê heta refa 6'an be.
Ji bo ku êş û azarên fermanê ji bîr bikin û ola xwe nas bikin, tevî ku dibistan nîne jî zarok li binê konan tên perwerdekirin. Sala nû ya perwerdeya li çiyayê Şengalê wê heta refa 6'an be.
Ji bo ku êş û azarên fermanê ji bîr bikin û ola xwe nas bikin, tevî ku dibistan nîne jî zarok li binê konan tên perwerdekirin. Sala nû ya perwerdeya li çiyayê Şengalê wê heta refa 6'an be.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Dibistanê Mihemed Xidir ji bo plansaziya sala nû ya perwerdeyê û zehmetiyên ku dikişînin ji ANF re vegot.
Mihemed Xidir diyar kir, piştî ferman li ser gelê wan rabû wan biryar dane zarokên Êzidîxanê perwerde bikin û got, "Ji bo zarok êşa fermanê her roj nejîn, me biryar dan ji bo zarok hem werin perwerde kirin, hem jî êşa fermanê hinek din sivik bide, dibistanê vekin."
Xidir li ser kêfxweşiya zarokan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê got, "Beriya fermanê zarokên Êzidiyan bi zaravayê Soranê û bi Erebî perwerde didîtin û baş fêm nedikirin. Ji ber, dema ji dayik dibin bi kurmancî daxifin, dema bi zimanekî din dest bi perwerdeyê dikin, zehmetiyê dikişînin. Lê piştî fermanê êdî zarok bi zaravayê kurmancî hatin perwerdekirin. Zarokên ji vê rewşê kêfxweş in, bi kêfxweşî tên dibistanê. Beriya fermanê kurmancî li gel me qedexe bû."
Xidir zorî û zehmetiyên ku di van çiyayan de ji bo zarokan perwerdekirinê dibînin wiha vegot: "Yekemîn zehmetiya em dibînin ji ber ku kamp û mal ji hev dûr in, dibistan û refên me jî ji hev dûr dikevin. Lê ger ku kamp hemû li yek cihê bûya wê hîn zêdetir me kariba xwendekar perwerde kiribnaa û zorî ne diman. Di aliyê nebûna pirtûkan em zehmetî dikişînin. Her wiha refên me di binê konan de ne. Mamosteyên me bi qasî tê xwestin nîne. Lê çi dibe bila bibe di bin konan jî ma be em ê perwerdeya bi kurmancî bidin zarokên xwe yên Êzidî."
Xidir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku projeyên wan ên mezin ji bo sala nû ya perwerdeyê hene û ragihand, ew ê heya refa 6 refan çêbikin û got: "Her wiha dersa zimanên Îngilizî, Erebî wê werin zêdekirin. Dîsa pirtûka olî ya Êzidixanê tê amadekirin. Îsal tenê bi devkî dersa olî hate dayîn. Lê di sala were ya perwerdeyê de em amedakariyan dikin ku pirtûka olî jî derxin."
Li çiyayê Şengalê dibistan heya refa 4 heye, derfet tine ne, bibin kon û laylonan de jî zarok perwerdeya xwe dibînin û malbatên wan jî pê kêfxweşin. Ev sala duyemîn e li çiyayê Şengalê zarokên Êzidî bi zimanê dayika xwe ango kurmancî dixwînin.