Li navçeya Hezo ya Êlihê mînîbusa ku karkerên di bendava Garzanê de kar dikin hildigirt, ji rê derket û qulipî. Di encamê de 4 karker mirin û 10 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, qeza îro di demjimêrên sibehê de li nêzî Bajarokê Bekirxan yê Hezoyê rû da. Mînîbusa di bin kontrola Abdulwahap Çelîk ku tê de karkerên Bendava Garzanê hebûn, di encama teqîna tekereya piştê ya aliyê rastê teqiya teqle avêt û ji rê derket.
Di qezayê de li gel ajovanê wesayîtê Abdulwahap Çelîk, Mehmet Işik, Mûrat Konak û Bûrhan Avîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 10 karkerên din jî birîndar bûn.
Birîndar jib o dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezoyê.