Her çendî Serokwezîrê Tirk Recep Erdogan bêje "Li qereqolan îşkence nemaye û destûrê nadin îşkenceyê jî" dijberî gotina wî li qereqolan îşkence didome. Herî dawî ciwanê bi navê Kadrî Çelîk ku li Amedê hate binçavkirin, rastî îşkenceyê hat û di nava xwînê de ma. Çelîk, bi cilên xwe yên xwîn serî li ÎHD'ê ya Amedê da û alîkarî xwest. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, anî ziman ku li Tirkiyeyê îşkence zêde bûye û ew dê der barê vê îşkenceyê de serî li Dozgeriyê bidin.
Hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Tayyip Erdogan pesnê xwe dabû û diyar kiribû ku di serdema wan de îşkence daketiye sifirê û destûrê nadin îşkenceyê. Lê ciwanê bi navê Kadrî Çelîk ê li taxa Aziziye ya Yenîşehîra Amedê di 30'ê gulanê de li malê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin li qereqolê rastî îşkenceyê hat. Çelîk ku birin Qereqola Polîsan a Toplu Konutê li qereqolê rastî lêdan û îşkenceya polîsan hat. Çelîk ku rastî îşkenceyê hat bedena wi di nava xwînê de ma. Çelik, piştî serbest hate berdan serî li Şaxa ÎHD'ê ya AMedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
Çelîk, di serlêdana ÎHD'ê de anî ziman ku polîsan saet di 02.00'ê 30'ê gulanê de bi ser mala wan de girt û ew biçav kirin. Çelîk, da zanîn ku keça wî ew hişyar kir û got 'Hinek li derî didin' û wiha got: "Dema min derî vekir, min dît polîs li ber derî rawestiya ne. Min got 'Hûn çima hatine?" Li ber derî 4 maşîne hebûn. 3 maşîne sivîl û maşîneyek fermî bû.
6-7 kes hebûn. Dema min nasnameya wan xwest zor li derî kirin û derî bi zorê şikandin. Ez birim zeviya vala û li min dan." Çelîk, da zanîn ku destê wî kelepçe kirin û ew birin Qereqola Polîsan a Toplu Konutan û li wir bi wî îşkence kirin. Çelîk, bilêv kir ku piştî 10 deqîqeyan li qereqolê man ew li maşînê kirin û birin ser rêya gundê Şilbê û li zeviyek vala polîsan îşkence li wî kir.
Çelîk, da zanîn ku piştî amîrê polîsan hate cihê bûyerê serpêhatiyên xwe ji amîr re vegot û wiha berdewam kir: "Polîsên din gotin 'rast nabêje wî xwe avêtiye erdê.' Lê li her derê min şopa lêdanê hebû. Dev û ruyê min di nava xwînê de mabû. Pişt re kesekî ku li min dabû hat li hemberî min rûnişt û bi min re axivî. Piştî demekê dîsa li min xist."
Çelîk, daxuyand ku piştî îşkence li wî kirin ew rakirn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê û wiha got: "Dema ez hatim ser hişê xwe min xwe li beşa lezgîn ya nexweşxaneyê dît. Dema ez hatim ser hişê xwe jinekê got serê xwe li erdê daye. Lê min bertek nişan da û min got polîsan li min dane. Li ser vê yekê doktor ez derman nekirim. Dema min bertekên xwe anîn ziman personelên nexweşxaneyê li mi kom bûn û êrîş kirin. Polîsekî li min dabû jî hat nexweşxaneyê. Dema min got vî polîsî li min daye ew polîsê ku li min dabû ji cem min dûr ket. Bêyî ku min li nexweşxaneyê derman bikin ez dîsa birim qereqolê.
Min xwest min bibin nexweşxaneyek din, lê daxwaza min qebûl nekirin. Piştî min parêzer xwest parêzerek ji baroyê hat û îfadeya min girt û pişt re ez serbest berdam. Rapor nedan min. Piştî ku ez serbest hatim berdan û ez çû Nexweşxaneya Dewletê û min got polîsan li min daye dîsa rapor nedan min.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî Raci Bilici, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan dibêje îşkence xelas bûye, lê hem îşkence heye û hem jî zêde bûye. Bîlîcî, bilêv kir ku di sala 2011'an de 555 kes û di 4 mehên dawî de 9 hezar û 900 binpêkirinên mafan pêk hatine. "
Çelîk piştî serî li ÎHD'ê da serî li Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî da.