Di polîsên Tirk de panîka Çiyayê Agiriyê

Di polîsên Tirk de panîka Çiyayê Agiriyê

Piştî ku ANF’ê di 5’ê tebaxê de nûçeya ‘Şahidê veşartî xeyal, ceza rastî ye’, weşand, polîsên Tirk ên Agiriyê ketin nava tirs û panîkê, li “delîlên” nû geriyan.Polîsan di 6’ê tebaxê de nivîsa bi navê “Şahid heye” amade kir û di 7’ê tebaxê de xist nava dosyayê. Li vê yekê nûçeya ANF’ê jî zêde kir. Parêzer Muşîr Delîduman jî dibêje; “Muwekîlên min dê serbest bihata berdan. Polîs ji ber wê ket tirs û panîkê.”

ANF’ê di 5’ê tebaxê de der barê şahidê “veşartî” yê xeyalî yê doza KCK’ê ya Agiriyê yak u sê kes jê tên darizandin de nûçeyek li gel belgeyan belav kir.

Piştî vê nûçeyê Midûriyeta Emniyeta Agiriyê ket xof û tirsê û di 6’ê tebaxê de nivîsek amade kir û di 7’ê tebaxê de jî ji 2’wemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê re sand. Di nivîsê de wiha hat gotin; “şahidê veşartî yê bi navê Çiyayê Agirî heye, lê ne di çarçoveya Qanûna Parastina Şahidan de ye.”

NÛÇEYA ANF’Ê JÎ DI DOSYAYÊ DE YE

Polîsên Tirk, nûçeya di ANF’ê de derket jî li gel nivîsa xwe danî û sand ji dadgehê re. Parêzer Muşîr Delîduman, diyar kir ku bê ku tu daxwazek ji dadgehê were, polîsan ev nivîs nivîsand û ji dadgehê re şand. Prz. Delîduman destnîşan kir ku polîs ketiye nava tirs û pakîkê.

Prz. Demîldûman got; “Bereeta her sê muwekîlên min teqez bû” û diyar kir ku polîs dixwazin bandorê li ser biryara dadgehê bike.

Parêzer Delîdûman, diyar kir ku dadgehê ji ber belgeya ji polîsan hat, “ji bo girtina îfadeyên şahid”, careke din nivîs ji Midûriyeta Emniyeta Agiriyê re sand û got; “Vîna serokê dîwana dadgehê xwe li ber vîna polîsan negirt. Ger dê dîwana dadgehê, di çarçoveya hewldanên polîsan de bidarizîne, bila dadgeh dest jê berde, bila polîs darizînin. Êdî dadgeh çi biryar bide jî, biryarek bê edalet e."

Parêzer Delîdûman got; “Di mijara guhdarkirina şahidê veşartî de, we serî ne li nêrîna me û ne jî nêrîna dozger da. Ev xeletiya usulê ye” û li hemberî biryara ji nû ve guhdarkirina “Çiyayê Agirî” îtîraz kir.

Her wiha, parêzer Delîdûman, ji ber gumana wendabûna belge û agahiyan, fotokopiyek ji dosyayê ji dadgehê xwest û ji bo parastina agahî û belgeyên di dosyayê de daxwaza girtina tedbîran kir.

Prz. Delîdûman giliyê polîsên ku delîlan vedişêrin, delîlan ji ber xwe çêdikin û di dema xwe de agahiyan nadin kir.

DÊ SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN

Piştî êdî li Tirkiyeyê hemû rêyên qanûnê xetimîn, Parêzer Muşîr Delîdûman ragihand ku ew ê serî li dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

Her çendî, di nivîsa 29’ê gulanê de aşkere bû ku şahidê veşartî yê bi nave “Çiyayê Agirî” tune ye, Dozgerê 2’wemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê, di 15’ê hezîranê de, di çarçoveya îfadeyên şahidê xeyalî de ji her sê bersucên ji doza KCK’ê re bi hinceta “endamên rêxistinê ne” re ceza xwestibû.