ANF Colemêrg sêşem, 12 pûşperê 2012, 13:59 Di encama operasyona li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat lidarxistin de di navbera gerîla û artêşa Tirk de pevçûne qewimî. Di encamê de herî kêm çawişek pispor hat kuştin û yek jî birîndar bû. Operasyona li herêmê didome.