Li navçeya Silopiyê di lîstîka fûtbolê ya saheya xaliyê de di navbera ciwana de pevçûn derket û ciwanê bi navê Metîn Baglan jiyana xwe jidest da.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê duh di demjimêrên şevê de, di navbera ciwanên lîstika fûtoblê li saheya xaliyê dileyîstin ji ber sedemekî nehat zanîn nîqaş derket. Nîqaşa ku vegerî pevçûnê, ciwanê bi navê Metîn Baglan (22) ji ber amûrên birek derbeyên ji laşê xwe xwarî giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî mudaxeleya destpêkê, bi ambulance sewqî Amedê kirin û Baglan di rê de jiyana xwe ji dest da. Gelek kesên ku tevlî bûyerê bûyîn hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan ya Navçeyê.
Cenazeyê Baglan ji bo otopsiyê rakirin morga Tiba Edlî ya Amedê.