Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di çarçoveya operasyona 'Xezeba Firatê' ya ji bo rizgarkirina Reqayê de, şervanên QSD'ê ji aliyê Silûkê ve bi 9 kîlometreyan û ji aliyê baskê Eyn îsa ve jî bi 10 kîlometreyan bi pêş ve çûne.
Hat ragihandin, li gundê Leqta yê bi 11 kîlometreyan li başûrê gundê El-Qenterî zêdeyî 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wesayîteke çeteyan a doçka li ser hat rûxandin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo li pêşî li pêşveçûna şervanan bigirin, wesayîteke bombebarkirî şandin çeperên şervanan. Lê wesayît ji dûr ve ji aliyê şervanan ve hat teqandin.
Piştî vî şerî şervanan benda kontrolê ya gundê Leqta ku xwedî cihek stratejîk e, ji çeteyan rizgar kirin.
Li gorî agahiyan, baskê ji aliyê Eyn Îsa ve ketiye hemleyê gundê El-Wehîde û 5 gundikên ku bi 5 km'yandûrî başûrrojhilatê Eyîn Îsa ne rizgar kirin.
Li vî gundî şervanên Xezeba Firatê wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê rûxandin.