Di operasyona qirkirina siyasî de 22 kes hatin binçavkirin
Li Riha, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Agirî,Wan û Mêrdînê di operasyona qirkirina siyasî de 22 kes hatin binçavkirin.
Li Riha, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Agirî,Wan û Mêrdînê di operasyona qirkirina siyasî de 22 kes hatin binçavkirin.
Li Tirkiye û bajarên Kurdan her roj polîs û leşker bi ser malan de digirin û siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyên civakî binçav dike. Îro jî li Riha, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Agirî, Wan û Mêrdînê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Hewagê bi ser avahiya Şaredariya DBP'ê ya Hewagê de girt û 2 saetan lêgerîn pêk anîn. Polisan li navçeya Melazgîrê jî bi ser şaredariya DBP'ê ya Melazgîrê de girt û Hevşaredarê Melezgîrê Halis Coşkun binçav kirin.
BEDLÎS
Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê û hevşaredar de girt. Polîsan Hevşaredarê Norşînê Emin Ozkan û Senayet Ata û rêveberê DBP'ê M. Siddik Taşdemir binçav kirin.
Polîsan li navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî bi ser malên rêveberê HDP'ê Îlhan Aksoy û rêveberê HDP'ê yê Bedlisê Hamza Ozkan de girt û ew binçav kirin.
MÊRDÎN
Polîsan xebatkarên şaredariyê yên Mêrdînê jî binçav kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdînê kirin Xebatkarên Şaredariyê Mehmet Arîf Dag, xebatkarê çapemeniya şaredariyê Meltem Aslan, Haşim Abak û Yusuf Erdem binçav kirin.
ŞIRNEX
Li bajaroka Tilqebînê jî ber gelek malan de girt û hevşaredarên Tilqebîne Tahir Aytiş û xebatkarên şaredariyê Abdulvahit Avar û Haşim Bilgin binçav kirin. Duh jî Hevşaredra Rabia Takaz hatibû binçavkirin.
Polîsan piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir, xebatkarê şaredariyêk Ekrem Înedî binçav kirin. Şevê din polîsên bi rûpoş bi ser mala wî de girt û ew ji malê binçav kirin. Polîsan telefon, kompîtûr û gelek alavên wî yên taybet desteser kirin.
WAN
Polîsan li taxên Yenişehir û Kandaharê jî bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de zarokê bi navê E.D., Turgay Çetinkaya û Osman Çayir binçav kirin. 3 kesên sedema binçavkirina wan nehat fêmkirin birin TEM'ê ya Wanê.
AGIRÎ
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî polîsan li taxên Kentpinar, Ataturkê bi ser malan de girt. Di serdegirtina mahlan de Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Ercan Taştan, rêveberê HDP'ê Kazim Çiçek û Hanifi Zorbay, Sedat Işik û Kadir Gokmen binçav kirin. 5 kes sewqî Agiriyê kirin.
MÊRDÎN
Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê Mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştî 18 rojan 31 DBP'î îro derketin pêşberî dozgeriyê.