Li Amed, Colemêrg, Wan, Şirnex, Mêrsîn, Mêrdîn, Riha û Sêrtê bi hezaran welatî li qadan hatin cem hev û Nimêja Înê ya Sivîl kirin.
Nimêjên Înê yên Sivîl li Amedê li Qda Derê Çiya, Rihayê li avahiya BDP'ê, Sêrtê li Garaja Şaredariyêk, Şirnexê di kon de, Wanê li otoparqa şaredariyê, Mêrsînê li hewşa Navenda Çandê ya Akdenîzê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, navçeya Milazgirê ya Mûşê li avahiya BDP'ê, Hezexê li Mala Gel, Qoserê li Mala Gel ya Şeyh Davut YalçInkaya, Silopiyê li qada li ber avahiya BDP'ê, Navçeya Turgutlu ya Manisayê jî li avahiya BDP'ê, Farqînê li mala şînê, Bîsmîlê li qada vala, Misircê li avahiya BDP'ê û Cizîrê li înşata li ber avahiya BDP'ê bi tevlîbûna hezaran welatiyan hatin kirin.
Li gorî hefteya borî welatiyên tevlî nimêjên înê bûn zêdetir bûn. Li Mêrsînê mela di bin siya panzeran de bi kurdî xudbe xwend. Melayan di weazan de bi kurmancî û kirmanckî weaz dan û bertek nîşanî operasyonên siyasî û leşkerî dan. Melayan anî ziman ku, zilma li ser gelê Kurd pêk tên di ola îslamê de tuneye û wiha gotin:
"Hemû gelan ji xwe re rêber hilbijartin. Ev rêber dibe ku rêbereke siyasî û olî be. Divê dewlet û hikûmet rêberên gelê Kurd hilbijartin muhatab bigire. Heke dewlet û hikûmet vîna gelê Kurd li ber çava negire, dê pergala xwe ava bikin û bi manevî ji dewlet û hikûmetan veqetin. Heke hikûmet û dewlet vîna gelê Kurd nasnekin li Kurdistanê şer bi dawî nabe. Berpirsiyarê kesên di van şeran de jiyana xwe ji dest didin hikûmeta AKP'ê ye. Gelê Kurd divê yekîtiya xwe ava bikin û neyên lîstikên tu kesî."