Li Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan, Riha û Sêrtê bi hezaran kesan di nimêjên Înê ref girêdan. Melayan bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan yê ku komkujiya Roboskiyê şibandî kurtajê dan.
Nimêjên Înê li Amedê li Qada Derê Çiyê, Wanê li otoparkê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, Sêrtê li Garaja Şaredariyê, Silopiyê li qada li ber avahiya BDP'ê, Farqînê li mala şînê, Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Misircê li avahiya BDP'ê, Cizîrê li înşatê, Milazgirê li avahiya BDP'ê û li Turgutluyê li avahiya BDP'ê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin kirin. Di nimêjên Înê de melayan bi kurdî weaz hate xwendin û bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan yê ku komkujiya Roboskiyê şibandî kurtajê dan.