Hat hînbûn ku, di navbera navçeya Qulp û Mûşê de li herêma leşkerî di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer derket. Nehat hînbûn ku di şer de mirî yan jî birîndar çêbûne, her wiha li herêmê operasyona ku leşker û cerdevan jî tevlîbûne destpêkir.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li herêma leşkerî ya di navbera Qulp û Mûşê de di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de şer derket. Nehat hînbûn ku, ka di encama şer de mirî yan jî birîndar çêbûne. Hat ragihandin ku, yekîneyên leşkerî yên girêdayî Qereqola Şatik ya herêmê li ser hemwelatiyên ku lawirên xwe diçerandin ji bo herêmê valebikin guleyên hişyariyê avêtine. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku, operasyona li herêmê didomin.