Di navbera ajokar û polîsan de gengeşî

Di navbera ajokar û polîsan de gengeşî

Li Amedê piştî polîsên trafîkê li ajokarên otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ceza birî, hemû ajokarên otobusan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî polîsên trafîkê çalakî pêk anîn û rêya kolana Ekîncîler a Ofîsê li trafîkê girtin.

Ajokarên otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî polîsên trafîkê ketin çalakiyê û bi otobusan rê li trafîkê girtin. Ji ber ku ajokaran rê li trafîkê girt rê xetimî û feçl bû. Li Amedê piştî polîsên trafîkê li ajokarên otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ceza birî, hemû ajokarên otobusan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî polîsên trafîkê çalakî pêk anîn û rêya kolana Ekîncîler a Ofîsê li trafîkê girtin. Bi 10'an ajokarên otobusan seferên xwe betal kirin û tev otobusan li kolana Ekînciler çalakî pêk anîn. Bi 10'an otobusên ku li pey hev ketin rêzê û kontaxên maşîneyan girtin, bi tevahî rê li trafîkê girtin û kolan ji çûn û hatinê re hate betalkirin. Rageşî û gengeşiya di navbera ajokaran û polîsan de hêj didome.