BI DÎMEN

Di navbera 14'ê Tîrmehê û 15'ê Tebaxê de pêngavên şoreşgerî

Gerîlayên bi wesîleya salvegera 33. a rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê, berxwedana zîndana Amedê û pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlayên bi wesîleya salvegera 33. a rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê, berxwedana zîndana Amedê û pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên bi navê Mizgîn Egîd Marya, Viyan Amed, Dijwar Botan û Xalit Kizil bi munasebeta pêngavên şoreşgerî yên 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê pira dirêj ku, tê heya vê rojê û hînê dewam dike, hest û nêrînên xwe parvekirin.

MIZGÎN EGÎD MARYA: Di destpêkê de bi boneya 14’ê Tîrmehê di kesayeta şehîdên 14’ê Tirmehê de bi tevahî şehîdên Şoreşê, mirovahiyê em bibîr tînin. Bejna xwe li hember wan ditewînin. Wek tê zanîn pêvajoya 1980’an bi destpêkirina cûntaya leşkerî re hat çewitandin, perçiqandin. Di serî de pêşengên PKK'ê gelek şoreşger hatin girtin. Kesên dixwestin mîna mirovan bijîn pêşî li wan dihat girtin.

'14'Ê TÎRMEHÊ LI HEMBERÎ ÇEWISANDIN Û PERÇIQANDINÊ SEKINÎ'

Bêguman ev bi xwe re di civakê de tirseke, şikandineke da avakirin. Weke tevgera PKK’ê bi pêşengtiya hevalên weke Xeyrî Dûrmûş di 14'ê Tîrmehê de biryara li dijî vê çewisandinê hat dayîn. Eger mirov li wê demê binêrin, tevî ku tiştek di destê hevalan de tinebû ji derveyî vîna azad, ji derveyî berxwedanê, ji derveyî kesayeta baweriyê. Ji ber ku êrîşên li girtîgehê dihatin kirin, hem tiştên ku dihatin ferzkirin adeta wek ji mirovatiya xwe dûrketin, tiştê ku em dixwazin wekî me bijîn, heta cilên ku li xwe dikin, heta şeklên ku dihate  xwestin  yek rengî bû. Weke ku niha jî dewlet bi nav dike, yek reng, yek ziman, yanî ji wê derê de tiştên ku tên ferzkirin ji dûrxistina mirovahiya xwe ye. 

'BERXWEDANÊN 14'Ê TÎRMEHÊ Û 15'Ê TEBAXÊ DI NAVA CIVAKÊ DE BAWERÎ AFIRAND'

Lê li beramberî vê rastiyê tevî şert û mercên zehmet jî, wê demê kadroyên pêşeng ên PKK’ê di kesayetiya wan hevalan de û biryara girtina çalakiya pêngava 14’ê Tîrmehê hat dayin, mirov dikare bêje ku bû bersiveke çanda berxwedanê. Bi vê biryarê re her çiqasî em bêjin pir zehmetî hat kişandin, her çend şehadet çêbûn jî,  pêşengtiya kadroyên PKK’ê yên pêşeng de, biryara çalakiya pêngava 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê re bû sedem ku ev êdî di nava civakê de baweriyek pêş bixe. Her çendî çewisandin, her çendî ferzkirin hebin jî, di civakê de jî wek dibêjin çîrûska hêviyê da avakirin. Di vî milî de da diyarkirin ku çiqas hêzekî beramberî te bixwaze te biçewisîne û te tine jî bike, eger bawerî hebe eger îrade hebe dikarî bi vê hêza vana hilweşînî. Dibe ku şahadet rû bide, heval em bêjin di pêvajoyek dirêj de berxwedayîn û gihişte merteba şehadetê jî, lê ew ê bi xwe re di nava gelê Kurd de, civaka Kurd de heta mirov dikare bêje di nava giştî ya mirovahiyê jî bû sedem ku çanda berxwedanê pêş bikeve. Bi taybet di eniya girtîgehê de ji milê girtîgehan ve û di heman demê de di nava civaka me de jî çîrûska hêviyê da avakirin.

Bi xwe re wek pêngavekê destpê kir û em bêjin 14’ê Tîrmehê û heta 15’ê Tebaxê weke pireke dirêj bû. Bi 15'ê Tebaxê re bersiv ji berxwedana 14'ê Tîrmehê re hat dayîn. Ev yek bû hêviyeke mezin.

Ev çanda berxwedanê ku li girtîgehê destpê kir, bi gel re berfireh bû û mirov dikare bibêje bi pêşketina tevgera azadiyê re li eniya jî wekî bersivdayînek da çêkirin û berfirehbûyînek pêş ket. 

'EM WEKE ZAROKÊN AMEDÊ BI BÎRANÎNÊN 14'Ê TÎRMEHÊ RE MEZIN BÛN'

VIYAN AMED: Em dikarin bêjin berxwedana girtîgeha Amedê weke pêngava ruhê çanda fedaîtî, nirxên civaka Kurd weke zarokên civaka Kurd û ji bo xwedîderketina çanda civaka Kurd li wir destpê dike. Em dikarin bêjin tiştên ku ji me re dan fêmkirin, dan naskirin di rastiya wan hevalan de, bi taybet wan hevalan jî me ji Rêber Apo nas kir. Di pirtûkên Rêber Apo de di tehlîlên wî de bi hevalên ku bi wan re jiyabûn, me nas kir. Dibe ku wan kêliyan me bi wan re nejiya, lê belê wek zarokên civaka Kurd, em wek zarokên Amedê di wan deman de hatine heya vir û wiha em mezin bûn. Di wan salan de wekî tên zanîn darbe ya 12’ê Îlonê tenê li hember civaka Kurd çênebû. Em dikarin bêjin li hember hemû civaka, hemû civakên demokratîk û sosyalîst çêbû. Ev darbe li hember çanda mirovahiyê bû. Ev berxwederên zîndanê wek heval Mazlûm, heval Kemal Pîr, Alî Çîçek, M. Akif Yılmaz û heval Mahmût her wekî din hevalên din ti car teslimiyet ji xwe re qebûl nekirin. Eger wê demê teslîmiyet bihata qebûlkirin wê îro PKK tinebûya. Yê ku ruhê PKK’ê û dîroka PKK’ê dan avakirin, sekna ruhê 14’ê Tîrmehê bû.

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ BERSIVA LI DAGIRKERIYÊ BÛ'

14’ê Tirmehê ne tenê wek roja salvegera van hevalan, di rastiya xwe de  ev bingeha dîroka PKK’ê, ji nû ve zayîna civaka Kurd, ji nû ve zîndîkirina ciwanên Kurd, wek serokatî dibêje, 'dewleta dagirker ya mijokdar li Kurdistanê ruhê mirovahiyê, li ser civaka Kurdistanê beton reşandibû’ heval Mazlûm Dogan bi berxwedana xwe, bi têkoşîna xwe, bi çalakiya xwe bi sê derbikên niftikê mirov dikare bêje weke zelzeleyekê di pergala dagirkerî de çêkir û ji nû ve di agir de ruhê weke agir di germahiya heval Mazlûm de ji nû ve zîndî bû, ji nû ve pijiya. Weke jinên Kurd şopandina van hevalan, naskirina wan erkê me ye.

'SERHILDANÊN ÎRO LI KURDISTAN DEWAM DIKIN BI SAYA 14’Ê TÎRMEHÊ NE'

Ev serhildanên ku li her çar parçeyên Kurdistanê bilind bû û berdewam dike, ev bi saya pêngava 14’ê Tirmehê ne. Îro têkoşînek bê hempa tê meşandin. Ev bingeha xwe ji 14’ê Tirmehê digire. Eger 14’ê Tirmehê tinebûya, çanda fedaîtî tinebûya, çanda ruhê Apoyî tinebûya, çanda ruhê heval Mazlûm tinebûya, îro ev tişt wê çênebûnaû wê nedihat avakirin. Jiber  vê yekê ji bo me 14’ê Tirmehê her tim weke vejîn e. Vejîna gelê Kurd e. Dibe ku dewleta Tirk bibêje min kadroyên pêşeng a PKK’ê dîl girt, lê belê ev hevalana ti car teslîmiyetê ji xwe re qebûl nekirin. Her tim bi têkoşîna xwe, bi çalakiya xwe jiyan avakirin û dan avakirin. Jîndarkirina ruhê 14’ê Tîrmehê ji bo me erka sereke ye.

'DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ JI BO QUTKRIINA DENGÊ ŞOREŞGERAN BÛ'

DIJWAR BOTAN: Di dîroka têkoşîna me de 14’ê Tirmehê gelek girîng e û dîrokî ye. Ji bo mûnasebeta 14’ê Tîrmehê em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin û sonda bilindkirina têkoşîna wan didin. Niha 14’ê Tirmehê dema mirov bigire dest ne wisa bi hêsane. Wek tê zanîn darbeya 12’ê Îlonê hatiye lidarxistin. Bi temamî dengên giştî çepgiran, sosyalîstan, gelên şoreşger û bi taybet jî li dijî PKK’ê, Tevgera Rizgariya Kurdistanê, ew darbe hate lidarxistin. Ev darbe ji bo qutkirina dengên şoreşgeran bû. Ji bo wê jî pergalek faşîst li ser desthilatdariyê bû. Yê herî zêde hatin girtin jî kadroyên pêşeng ên PKK’ê bûn. 

'RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞA ROJAVA AFIRAND'

Berxwedana 14’ê Tîrmehê li hember vê darbeyê derket pêş. Ew jî bi vî awayî, li hemberî cûntaya faşîst di zîndanê de rojiya mirinê hat lidarxistin. Ew hevalan tevî hemî êrîşan re bi rojiya mirinê re ew dijminê ku pir bi hêz dihat xuyakirin hêza wê hemî şikand. Hêza wê ya îdeolojîk, leşkerî û êrîşê şikand. Ji bo wê jî ev ruh bi awayekî giştî her tim tê jiyankirin. Û hertim jî pêş dikeve. Di roja îro de ev berxwedan hiştiye ku li Rojava di 19’ê Tirmehê de şoreşa Rojava pêk bê. Ev nêzî 4 salin derbas bûn, ev şoreş wê zêdetir mayînde bibe.

'14'Ê TÎRMEHÊ BANDOREKE MEZIN LI SER MIROVAHIYÊ KIR'

Ev berxwedan ne tenê bandora xwe li ser şoreşgerên ku di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşîn dikin, şer dikin kir. Ev nirxên mirovatiyê ne, ji bo giştî mirovatiyê jî bandora xwe ya mirovatiyê heye. Û bi taybet jî li ser gelê Kurd, li ser civaka Kurd bandora xwe ya pir mezin heye. Gelê Kurd jî her tim wan bibîr tîne.

'DI 14'Ê TÎRMEHÊ DE DÎSA TEVGERA APOYÎ RENGÊ XWE NÎŞAN DA'

XALIT KIZIL: Mudaxaleya 12’ê Îlonê di esasê xwe ji nû ve tesfiyekirina gelê Kurdistanê bû. Bi 12'ê Îlonê re şoreşgerên Kurd û şoreşgerên din an jî pêşengên tevgera Apoyî hatibûn girtin. Li ser vî esasî di wê zîndanê de yan berxwedanî hebûya, yan jî wê xiyanet û teslîmiyet hebûya. Divê derê de tevgera Apoyî dîsa rengê xwe da xuyakirin. Fedakarî çi ye, zehmetî çi ye, Jiyan çi ye, rûmet, şeref çi ye ev da xuyakirin. Bi taybet 14’ê Tîrmehê her wisa temamkirina çalakiya hevalê Mazlûm Dogan û Ferhat Kûrtay bû. Li ser vê esasê em dibêjin rojiya mirinê ya bi şerefê, ya bi rûmet çalakiya mezin çalakiya ku li hemî cîhanê de deng veda, ji hemî şoreşgeran re ruh da ya heval M. Xeyrî Dûrmûş, heval Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek van hevalan di esasê xwe de ruhê xwe canê xwe feda kir. Çawa ku heval M. Xeyrî Dûrmûş dibêje ku piştî şehadeta min li ser tirba min binivîsin ‘ez deyndarê Kurdistanê me’ ev di esasê xwe de ji bo gelê Kurdistanê ruhekî nû ye. Pêwîste fedekariyek ji bo gelê Kurdistanê, çandek gelê Kurdistanê bê çêkirin."