Hat zanîn ku leşkerê bi navê Guven Han ê li navçeya Elkêya Şirnexê leşkerî dikir bi malbata xwe re telefon vekiriye û gotiye ku fermandarê wî her tim bi kuştinê gefan li wî dixwe. Hanê ku roja ev gotin ji malbata xwe re ragihand êvara wê hat îdîakirin ku xwe kuştiye. Malbata Han diyar kir ku zarokê wan hatiye kuştin û serî li dozgeriya Bêgiriyê da.
Hat îdîakirin ku leşkerê ji gundê Muça navçeya Bêgiriya Wanê Guven Han ê ku li fermandariya piyade ya navçeya Elkêya Şirnexê leşkerî dikir xwe kuştiye. Dayîka Han Kadriye Han diyar kir ku ji bo tezkereya kurê wê 3 meh mabûn û got; "Doh min bi kurê xwe re bi telefonê axivî. Ji min re got, 'Fermandareke min giliya min kiriye. Her tim bi mirinê gefan li min dixwin. Ez ditirsim.' Êvara heman rojê Fermandarê qereqolê û keyayê gund hatin mala me û ji min re gotin; 'kurê te xwe kuştiye.' Min hevdîtina me ji wan re vegot û diyar kir ku kurê min xwe nekuştiye, hatiye kuştin."
Hat zanîn ku malbata Han serî li dozgeriya Bêgiriyê daye. Tê payîn ku cenazeyê Han îro li gundê Muçê bispêrin axê.