Di Mîhrîcana Tetwanê de Zîlan hate bibîranîn

Di Mîhrîcana Tetwanê de Zîlan hate bibîranîn

Mîhrîcana ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin di roja 4'emîn de bi şano û bernameyên biranînan berdewam kir. Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Meyaser Guneş di mîhrîcanê de axivî û wiha got: "Hevala Zîlan sembola jina Kurd ya ku mêjoya wê hate windakirin û zimanê wê hate girtine. Em weke jinên Kurd her tim dê ji Zîlanê re ji ber têkoşîna dayî dengdar bimîne."

44'emîn Mîhrîcana Çand û Fuarê ya Rojhilatê ya ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin di roja 4'emîn de berdewam kir. Li qada Fuarê ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasima ji aliyê MEYA-DER û DOKH'ê ve hate lidarxistin jiyana Zîlan bi slaytê hate pêşandan. Pişt re Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Meyaser Guneş axivî û diyar kir ku, Zîlan sembola jinên Kurde û wiha got:

"Hevala Zîlan sembola jina kurd a ku mijuyê wê hate windakirin û zimanê wê hate girtine. Em weke jinên Kurd her tim dê ji Zîlanê re ji ber têkoşîna dayî dengdar bimîne." Guneş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bang li Serokwezîr Erdogan kir: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke gelek giran de ye. Ez bang li Erdogan dikim. Divê êdî vîna gelê Kurd bê dîtin. Divê êdî dest ji xapandina vî gelî bê berdan. Divê bi vîna gel re muzakere bên destpêkirin."

Piştî bîranînê şanoya bi navê Şîret hate pêşandan.

Mîhrîcan dê îro jî bi Qûrûya Zarokan ya Tetwan, şahiya firfirokan û pêşandana filmên qarton berdewam bike.