Terora girtin û binçavkirinê ya rejîma AKP’ê ya li hemberî xwendekarên Kurd û mûxalîf berdewam dike. Tenê di meha gulanê de herî kêm 127 xwendekar hatin binçavkirin û di nava sê mehan de jî zêdetirê 340 xwendekar hatin binçavkirin.
Hikûemta AKP’ê ya ku di her qada civakê de dixwaze bi pêkanînên xwe muxalîfan bê deng bike, niha jî di “dijminahiya xwendekaran” de tu sînorek nas nake.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya 26’ê gulanê de da de behsa kiryarên hikûmeta xwe kir û pesnê hikûmeta xwe da û diyar kir ku di sala 2002 de 76 zanîngeh hebûn, lê niha bûne 166. Lê Erdogan qet negot ka li van zanîngehan çi tê serê van xwendekaran. Lê Tirkiye di cîhanê de mezintirîn girtîgeha xwendekaran e. Saziyên mafê mirovan didin diyarkirin ku nêzî 600 xwendekar di girtîgehan de ne. Lê her ku diçe hejmar zêdetir dibin. Sedemên girtinê jî sedemên pûç ên weke pûşî, hêk, dirûşimên li dijî rejîmê, pankar, sêwan, pirtûk û di her carekê de xwendekar bi “endamtiya rêxisitnê” tên tawanbarkirin.
DI SÊMEHAN DE 340 BINÇAVÎ
Di mehên borî de jî weke meha gulanê, bi dehan xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Di 29’ê gulanê de li Antalyayê 4 xwendekar, li Dêrsimê 9 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 3 xwendekar hatin girtin. Di 22’ê gulanê de jîli Qersê xwendekarek dibistana amadeyî, di 19’ê gulanê de li Çanekaleyê 6 xwendekarên zanîngehê û xwendekarek amadeyî, hatin binçavkirin. Di 15’ê li Balikesîrê 11 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 7 kes hatin girtin. Di 14’ê gulanê de jî li Stenbolê 2 xwendekar hatin binçavkirin.
Di 10 rojên destpêka meha gulanê de herî kêm 88 xwendekar hatin binçavkirin û di mehekê de bi giştî 127 xwendekar hatin binçavkirin. Lê tê texmînkirin ku hejmara wan zêdetir e. Dîsa, li gorî bîlançoya ANF’ê, di meha nîsanê de 116, di adarê de jî nêzî 100 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ev yek jî nîşan dide ku her ku diçe zextên li ser xwendekaran zêdet dibin. Tenê di nîsanê de ji bo 29 xwendekaran 346 sal cezayê girtîgehê hatin xwestin.
LI CIHÊ POLÎS LÊ NEYÎ, RÊVEBERIYA ZANÎNGEHÊ HEYE!
Li cihê ku kêmbûn û valahiya polîsan hebe, rêveberiyên zanîngehan zextan li xwendekarna dikin. Li Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) di demên dawiyê de rêveberiyê zanîngehê lêpirsîn li hemberî 200 xwendekarên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne, dan destpêkirin. Ji vana 54 xwendekar ji bo salekê ji zanîngehê hatin dûrxistin. 9 jê ji zanîngeh û YOK’ê hatin avêtin. Di 3’ê gulanê de faşîstênTirk êrîşê xwendekarên Kurd û muxalîf kirin, lê 100 xwendekarên Kurd û muxalîf ên mexdûrên êrîşê li rastî lêpirsînên rêveberiya zanîngeh û polîsan hatin.