Hat ragihandin ku şewata di çalakiya gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Midyada Mêrdînê li dijî xeta petrolê ya ya Kerkuk-Yûmûrtalik pêk anîn de, vê êvarê careke din gurr bû.
Ji îro serê sibê heta êvarê yekîneyên agirvemirandinê hewl dan ku agirê bi lûleya petrolê ketiye vemirînin, lê vê êvarê ji nû ve gurr bû. Hat ragihandin ku ji ber êvarê xebatên vemirandinê kêm bûne, agir bi petrola di lûleyê de ket.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê îro ragihand ku çalakî ji aliyê gerîlayan ve hatiye lidarxistin û got; “Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 20'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li Mêrdînê di navbera navçeyên Mahsertê û Midyadê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de şewata di lûleyan de destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, demjimêr di 22.30’an de di xeta lûleya petrolê ya di navbera bajarokên Gelînkaya û Sogutluyê ya navçeya Midyada Mêrdînê de teqînek mezin rû da. Hat diyarkirin ku pêta agir ji 50 kîlometreyî dûr tê dîtin û herikîna petrolê hat rawestandin.