Di Îna Sivîl de banga 14’ê Tîrmehê

Di Îna Sivîl de banga 14’ê Tîrmehê

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên wek Amed, Êlih, Mêrsîn, Wan û Colemêrgê bi hezaran kes ji nimêja Înê ref girêdan. Meleyên ku bi kurdî weez dan diyar kirin ku yek ji riyên bişaftina gelê kurd jî ol e û gotin; "Kurd di bin zilmê de dijîn." Meleyan banga tevlîbûna mitînga Amedê ya 14’ê Tîrmehê jî kirin.

Li Amed, Mêrsîn, Wan, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Melezgir, Turgutlu, Farqîn, Bismil, Qoser, Cizîr, Misirc û Wêranşarê bi hezaran keên lihev civiyan ji bo nimêja înê ref girtin.

Gelek jinên li Mêrsînê civiyan desmalên spî dan serê xwe û nimêja înê kirin. Meleyan di nimêjên înê de bi kurdî weez dan. Meleyan diyar kirin ku desthilatî ji bo gelê kurd biçewisîne olê bi kar tîne.

Meleyan anîn ziman ku gelê kurd di bin zilmê de dijîn û gotin; "Îro rijandina xwîna kurdan ji bo xwe helal dibînin. Li gorî olê misilmaniyê rijandina xwîna kurdan kafiriye. Yên vê dikin kafir in. Lê tu hikûm û qanûna ku vê yekê bidin rawestandin nîn in. Xwedê yê zilmê dike jî yê piştgiriyê dide zaliman jî efû nake. Destpêkê dibêjin; 'em tirk in' û pişte dibêjin; 'em misilman in. Maye ku olê misilmaniyê olê aştî û biratiyê ye."

Meleyan banga mitînga 14'yê Tîrmehê ya li Amedê dê bê lidar xistin kirin û wiha axivîn: "Ji bo hemû kurdên girtî di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azad bibin hemû kurd divê biherikin Amedê."