Di helîkoptera hate xistin de leşkerek din jî mir

Di helîkoptera hate xistin de leşkerek din jî mir

Di encama xistina helîkopterekî li herêma Oremar ya girêdayî Gevera Colemêrgê de ji leşkerên giran birîndar bibûn yek din jî mir.

Li gorî agahiyan leşkerên rewşa wan giran yên rakirine Fakulteya Tibê ya Wanê, yek ji wan leşkerên rewşa wan giran mir. Li gel vê mirina dawî hêjmara leşkerên mirî giha 5’an.

Hate diyarkirin ku, ji 7 leşkerên birîndar rewşa 2 leşkerên din jî girane.