Di Girtîgeha Rihayê komkujî

Di Girtîgeha Rihayê komkujî

Rêxistinên mafê mirovan beriya niha gelek caran ji ber tijbeûna kapasîteya Girtîgeha Rihayê hişyarî kiribûn. Li ber çavên her kesê komkujiyê di vê girtîgehê de pêk hat. N avên 13 girtiyên di şewata li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn. Cenazeyên nayên nasîn hêj li girtîgehê tên girtin û malbat dê ji bo mînakê xwînê bidin.

Navên 13 girtiyên li koguşa C-15'an a Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ya ku kapasîteya wê 275 lê nêzî 1200 kes lê dimînin jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê tê ragirtin.

Piştî Waliyê Rihayê Celalettîn Guvenç bang li malbatan kir, malbat zanîn ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û li ber girtîgehê qêrîn bilidin bûn. Guvenç, li piştî benda polîsan ji malbatan re axivî û got: "Min ji Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî re ragihandin" û diyar kir ku serê sibê li girtîgehê Wezîrê Dadê û mufetîş dê lêkolînan bikin û wiha got: "Niha rewşa girtîgehê asayî ye. Tu têkiliya bûyerê ya siyasî tuneye. Li girtîgehê bûyer di navbera gardiyan, leşker û girtiyan de nîne. Bûyer di bin kontrolê de ye." Walî Guvenç, xwest ku kesên xizmên wan di qawişa C-15'an de neyî li ber girtîgehê biçin û wiha axivî: "Ji ber ku cenaze nayên nasîn em dê ji malbatan minakên xwînê bigirin pişt re em dê cenazeyan bidin malbatan." Pişt re ji bilî malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest dan, malbatên din ji ber girtîgehê veqetiyan.

Parêzerên Parlementerê BDP'ê Îbrahîm Ayhan li girtîgehê bi miwekîlê xwe Ayhan re hevdîtin pêk anîn. Parêzerê Ayhan, Bekîr Benek, têkildarî hevdîtinê de axivî û wiha got: "Birêz Ayhan ji me re got girtiyên li qawişa C-15'an de diman şertên girtîgehê şermezar kirin. Wan bi xwe jî gelek caran serî li Wezareta Dadê dan lê têkildarî binpêkirinê mafên mirovan de tu baş bûn pêk nehatin. Birêz Ayhan da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê ne."

Hate gotin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê tu şer çênebûye û girtiyên edlî li hemberî şertên ne baş ên girtîgehê îsyan kirin û şewat derxistin. Parêzerê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan Bekîr Benek bi miwekîlê xwe Ayhan re hevdîtin pêk anîn û navroka hevdîtinê vegot. Prz. Benek, diyar kir ku nêzî 30 deqe berê ketin girtgehê û dîmenên dîtin ew matmayî hiştin. Prz. Benek, anî ziman ku li baxçeyê girtîgehê 12-13 cenaze di torbeyan de dîtin û li korîdorê bi Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêk anîn. Benek, da zanîn ku Ayhan ji wan re got ku bûyer ji ber şertên nebaş ên bûyer derketin û wiha got: "Li girtîgeha kapasîteya wê 270 kesan 1200 girtî lê tên girtin. Li girtîgehê hemû binpêkirinên mafên mirovan pêk tên ji wan re got. Kesên li koguşa C-15’an bi armanca şermezarkirina şertên girtîgehê şewat derxistin û hinek kes ji ber wê şewatê jiyana xwe ji dest dan û ev yekê komkujiyek e. Birêz Ayhan bi xwe gelek caran ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê pêk tên serî li Wezarata Dadê û rayedarên din dan. Lê li Girtîgeha Rihayê tu başbûn pêk nehatin. Ev komkujî jî di encama vê yekê de pêk hatin."

Serdozgerê Komarê yê Rihayê Mustafa Yalçin jî diyar kir ku li girtîgehê her tişt di bin kontrolê de ye û anî ziman ku malbat dikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.Cenaze hêj li baxçeyê girtîgehê di torbeyan de tên girtin û ji ber ku cenaze nayên nasî dê ji malbatan minakên xwînê bên girtin û piştî otopsiya cenazayan dê teslîmî malbatan bên kirin.

Navên kesên di koguşa C-15'an de jiyana xwe ji dest dan wisa ne: Şukru Uldes, Fuat Yildiz, Sînan Ozalp, Mehmet Satiş, Suphî Koksal, Yunus Eskîlî, Mehmet Emîn Gerçek, Huseyîn Kiskaç, Mehmet Kemal Kiliç, Taner Şîmşek, Bakir Tek, Mehmet Aslantay û Îbrahîm Halîl Kaya.

Li aliyê din hate zanîn ku serê sibê Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn û Wezîrê Ewlehî Civakî û Kar Faruk Çelîk dê bên Rihayê.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan berî gera Meksîkayê de daxuyanî da û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û dê agahiyên berfireh piştî lêkolînê derkevin holê.

Erdogan têkildarî şewata li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de berî gera Meksîkayê daxuyanî da. Serokwezîr Erdogan têkildarî mijarê de li Balafirgeha Esenbogayê axivî û da zanîn ku 13 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Erdogan, destnîşan kir ku agahiyên têkildarî mijarê de dê piştî lêkolînan derbikevin holê.