Girtiyên jin ên siyasî di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de qawişên xwe şewitandin û îsyan kirin.
Piştî Mêrdînê, girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de şewat derxisti. Jinan agir berdan betenîyên di qawişên xwe de. Piştî şewatê gelek yekîneyên agirvemirandinê û ambulans hatin ber girtîgehê û mudaxeleyê şewatê kirin.
Piştî vemirandina agir, xizmên girtiyan herikîn ber girtîgehê. Girseya li ber girtîgehê kom bûn dirûşimên “Mehkûm rûmeta me ne” û “Bijî Serok Apo” diqîrin.
Tevî ÎHD’ya Êlihê, gelek saziyên sivîl û malbatên girtiyan li ber girtîgehê kom bûn.