Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag tevlî vekirina standa Şaredariya Peyasê ya li 3. Fuara Pirtûkan bû û ji xwendekarên fuarê digerin bebikên çîrokên kurdî vedibêjin belav kir.
Li 3. Fura Pirtûkan ya Amedê Şaredariya Peyasê stand vekir. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, alîkarên Şaredar Servet Yilmaz, Îhsan Avci, endamên meclîsê û Midûrê Civakî û Çandî Îsmaîl Kardaş tevlî vekirina standê bûn. Di standê de kovar, bulten û pirtûkên çîrokan yên bi kurdî ji bo zarokan hatin çapkirin hatin pêşandin. Di standê de pankarta "Vîna me hêj girtî ye" hate daliqandin.
Wekîlê Şaredar Mahmut Dag vekirina standê kir û pişt re ji xwendekarên li fuarê digeriyan bebikên pate yên çîrokên Kurdî vedibêjin belav kirin. Dag, diyar kir ku di hefteya cejna ziman de belavkirina bebikan ya pateyan gelek xweşîke û wiha got: "Me ji bo zarokan bebikên çîrokên Kurdî dibêjin amed kirin û em îro belav dikin. Armanca me ewe ku em Kurdî bi zarokan bidin heskirin." Dag pişt re standa Weşanên Aramê ziyaret kir.