Di êrişa Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû

Li herêma Hewremanê di êrişa hêzên Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû.

ÊRIŞA LI DIJÎ KOLBERAN

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, roja 20’ê Kanûnê kolberek Kurd bi navê Bextiyar Rozbe ku xelkê gundê Tuwesoran a ser bi bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li devera Hewraman di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê birîndar bû.

Hatiye diyarkirin ku ew kolber ji zig û destê xwe bi giranî birîndar bûye û rakirine naxweşxaneyê.

Li gor amaran, di şeş mehên despêkê yên îsal de 17 k olberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin û 20 kolber jî birîndar bûne.