Di 51’emîn rûniştina doza sereke ya KCK’ê ya li Amedê pêk tê û siyasetmedarên Kurd jê tê darizandin de, dîwana dadgehê biryara domandina girtina siyasetmedarên Kurd da û rûniştina dozê taloqê dîrokeke din kir.
51'emîn rûniştina doza 99 jê girtî,152 siyasetmedarên kurd a ku di navde şaredar, parlementer, endamên meclîsa bajar û parazvanên mafên mirovan jî heye li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir dîsa bi qirîza parastina kurdî berdewam kir. Di vê rûniştinê de 51 siyasetmedar amade bûn û 48 siyasetmedar ku di navde Parlementerê ku parlementeriya wî ji destê wî hatiye derxistin Hatîp Dîcle jî hene ji ber rapora wan hebû nehatin rûniştinê.
Di rûniştinê de ji bersucan “delîlên suc” Roza Erdede û Heval hatin xwendin. Bersucan xwestin bi Kurdî parastian xwe bikin lê weke her carê, mîkrofon hat girtin.
Dîwana dadgehê biryara domandina girtina siyasetmedarên Kurd da û rûniştina dozê taloqê dîrokeke din kir.