10 kesên ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama operasyonê di bin navên KCK’êd e hatibûn girtin, tahliye bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama operasyonên KCK’ê de 34 kes jê girtî bi giştî 42 kes dihatin darizandin. 3’emîn danişîna dozê li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate dîtin. Cigirê serokê BDP’a navendê Salîh Gulenç, endamên şaredariya Şirnexê Aydin Pusat, Cemîl Yorgun jî di navde kesên girtî û parêzer amade bûn.
Di danişînê de siyasetmedarên girtî xwestin ku parastina xwe bi kurdî bidin û li ser vê yekê heyeta dadgehê liborî biryara xwe ya berê bi hinceta ku ‘Tirkî dizanin’ qebûl nekir. Heyetê delîlên di dosyayê de bûn xwnd û piştre mafê parastinê da girtiyan. Girtiya bi kurdî parastin kir û parêzerên wan tercume kir. Di danişînê de hin girtiyên ku tirkî nezanibû bi saya tercuma parastin kirin. Parêzerên wan Tahîr Elçî diyar kir ku ew îdianameyê qebûl nakin û got ku kesên girtî ‘Ne endamên rêxistinêne, ne rêveberê rêxistinêne.’
Elçî xwes ku girtî serbest bên berdan. Dadgehê navber da dozê û piştî vê biryara tahliyeya ku Mehmt Okur, Hîkmet Yilmaz, Mehmet Saît Aşut, Sakîne Malgaz, Aysel Batur û Cemal Ozdemîr jî hebû bi gitşî 10 kes tahliye kir.
Her wiha Ahmet Dalmiş, Basrî Ertene, Esat Malkuç, Îbrahîm Yildiz, Mehmet Saçı, Murat Onur, Sitki Demîr ve Besîm Işik ê ku dadgehê biryara wan agirtinê dabû jî ji bo ku birayara wan bê înfazkirin doz taloq kirin.