Di Doza KCK'ê de daxwaza reda dadger hate redkirin

Di Doza KCK'ê de daxwaza reda dadger hate redkirin

Di rûniştina 49'emîn doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd de daxwaza Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar a reda dadgeh, hate redkirin.

49'emîn rûniştina doza ku 99 jê girtî 152 siyasetmedarên di nava wan de parlementer û şaredar jî hene, tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike. Heyeta dadgehê daxwaza Serokê Baroya Amedê M.Emîn Aktar a Serokê Dadgehê Menderes Yilmaz bêalîtiya xwe winda kir a "reda dadger" nirxand. Serokê Dadgehê Menderes Yilmaz, bi hinceta reda dadger ji endamên din ên dadgehê re nexwestiye û ji ber vê yekê bingeha vê daxwazê ya hiqûqî tuneye, daxwaz red kir. Yilmaz, diyar kir ku serokê dadgehê bêalibûna xwe winda nekiriye.

Yilmaz, anî ziman ku şûna serokê dadgehê dewetî uslubeke baş bikin serokê dadgehê hedef nîşan dan. Yilmaz, da zanîn ku dadger hej jî bersûc nake û li gel vê yekê nefretê jî jê nake. Yilmaz, bilêv kir ku daxwaz reda dadger tenê jib o doz dirêj bibe hate kirin û ji ber vê yekê red kirin. Rûniştin bi xwendina delîlên der heqê Tuncay Korkmaz berdewam dike.