51'emîn rûniştina doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd a ku di navde şaredar, parlementer, endamên meclîsa bajar û parazvanên mafên mirovan jî heye li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Dîsa parastina kurdî hate astengkirin. Derîlên der barê Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê ya berê Roza Erdede hate xwendin û paratina kurdî ya Erdede hate astengkirin. Prz. Fethî Gumuş, diyar kir ku di şexsê Serokê ÎHD'ê yê berê de xebatên ÎHD'ê, di şexsê siyasetmedaran de xebatên BDP'ê tê darizandin.
51'emîn rûniştina doza 99 jê girtî,152 siyasetmedarên kurd a ku di navde şaredar, parlementer, endamên meclîsa bajar û parazvanên mafên mirovan jî heye li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir dîsa bi qirîza parastina kurdî berdewam kir. Di vê rûniştinê de 51 siyasetmedar amade bûn û 48 siyasetmedar ku di navde Parlementerê ku parlementeriya wî ji destê wî hatiye derxistin Hatîp Dîcle jî hene ji ber rapora wan hebû nehatin rûniştinê. Dîsa siyasetmedar di bin 3 nokteyên kontrolê re derbasî edliyeyê bûn. Di rûniştinê de parêzer û malbatên parêzeran amade bûn. Dîsa li derdora edliyeyê polîsan bend ava kirin û tetbîrên mezin girtin. Vê carê rûniştinê bi xwendina derîlên der barê Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê ya berê Roza Erdede berdewam kir. Piştî xwendinê Erdede xwest paratina kurdî bike, lê dîsa heyeta dadgehê parastina kurdî asteng kir û mîkrofon girt.
CDI’YÊN KURDÎ BÛN DELÎL
Dîwana Dadgehê di delîlên der barê Roza Erdede de sitranên kurdî û CD'yên kurdî wekî delîla sûc nîşan da. Dîsa projeya ÎHD'ê ya ji bo pêşkêşî Sefareta Hollanda bike hatibû amadekirin. Rêvebera ÎHD'ê ya Amedê Prz. Keziban Yilmaz, anî ziman ku wan piştî Roza hate girtin jî piroje berdewam kir û pêşkêşî YE'ê yê kir.
GUMUŞ: DI ŞEXSÊ ERBEY DE ÎHD Û DI ŞEXSÊ SIYASETMEDARAN DE DTP TÊ DARIZANDIN
Prz. Fethî Gumuş, diyar kir ku di şexsê Serokê ÎHD'ê yê berê de xebatên ÎHD'ê, di şexsê siyasetmedaran de xebatên BDP'ê tê darizandin. Piştî parastina dîsa mîkrofon li ser parastina Roza Erdede hate girtin û parastina kurdî hate astengkirin. Piştî qirîzê navbera nîro hate dayîn.