Mitînga ku BDP’ê û KCD xwest di 14’ê Tîrmehê de li darxîne lê belê rastî qedexeya Walîtiyê hat, vê carê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê mitînga hatî qedexekirin de lêpirsîn da destpê kirin.
Di derbarê mitîna 14’ê Tîrmehê ya dê li Qada Îstasyonê hatiba li darxistin û rastî qedexeya Walîtiyê hat lêpirsîn hate vekirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hate destpêkirin de, hat xwestin ku dîmen û wêneyên ku ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve hatî kişandin ji Serdozgeriyê re bişînin, her wiha hat hînbûn ku polîs li navçeyên Yenîşehîr, Sûr û Rezanê geriyane û xwestine bizorê dimenên kamerayên hinek cihên kar bistînin.
Li Amedê ji ber sedema êrîşên tund yên polîsan pevçûn jiyaye, bêy ku bêjin ev zarok, pîr û wekîle bi awayek tund li hemûyan dabûn. 3 parlementerên BDP’ê û Şaredarek birîndarbûne û rakirine nexweşxaneyan, nûnerên din yên gel jî rastî mudaxeleya ava şit û bombeyên gazê hatibûn. Li gorî Walîtiyê herî kêm 85 kes hatine binçavkirin.