Li navçeya Kozluxê ya Êlihê cerdevan piştî paşîvê derketin operasyonê. Welatiyên gundan diyar kirin ku, ji ber vê rewşê bi fikarin.
Cerdevan û leşker şev nîvê şevê di demjimêrên paşîvê de li gundê Beyikê, Girêsor, Zengoviye û Komikê yên girêdayî navçeya Kozluxa Êlihê derketin operasyona şevê. Hate zanîn ku, cerdevan 15 rojin bi şevê derdikevin operasyonan. Welatiyan diyar kir ku, debara xwe bi tûtinê dikin, cerdevan û leşkerên derdikevin operasyonê zerarê didin zevî û çandiniyên wan. Hefteya borî jî cerdevan û tîmên taybet li heman herêmê heman pêkanîn kiribûn.