Li Amed, Mêrdîn, Êlih û Rihayê di hefteya 122'an de çalakiyên Pencşema Reş a ji bo siyasetmedar û şaredarên BDP'î serbest bên berdan berdewam kir. Di çalakiya "Pêncşema Reş" de operasyona li dijî şaredra û rêveberên BDP'ê hate şermezarkirin.
QOSER-Li navçeya Qoserê ya Mêrdinê çalakiya Pencşema Reş ku her hefte li ber avahiya Şaredariya Qoserê pêk tê vê hefteyê jî bi tevlêbûna gelek kesan berdewam kir. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê yên Qoserê, Wekila Şaredarê Qoserê Şerife Alp, Cîgirên Şaredarê Qoserê Şemsettin Sulhan û Leyla Salman, endamên meclîsa şaredariyê, Nûnerê DÎSK û KESK'ê yên Qoserê jî di navde gelek kesên din amade bûn. Nûnerê DÎSK'ê yê Qoserê Şakir Şahin, bal kişan ser operasyona li dijî şaredar û rêveberên BDP'î yên Wanê û wiha got: "Em van operasyonan şermezar dikin. Şahîn, da zanîn ku ev operasyon bi destê AKP'ê pêk hatine û li Tirkiyeyê siyasetmedarên cîhanê yên herî mezin hatine girtin. Şahîn, bilêv kir ku ev komkujiya siyasî ku li dijî gelê kurd pêk tê dîroka herî reş a Tirkiyeyê ye.
WÊRANŞAR - Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi heman armancê çalakiya "Pencşema Reş" hate lidarxistin. Koma ku li ber avahiya Şaredariyê ya li taxa Kişla kom bûn operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir. Di çalakiyê de Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Serokê Şaxa Tum Bel Senê yê Rihayê Nureddin Çetin, Nûnerê Genel Îş'ê yê Wêranşarê, Rêveberên BDP'ê yên Wêranşarê û personelên şaredariyê amade bûn. Li ser navê komê Endamê Meclîsa Giştî yê KESK'ê Şeyhmus Çakirtaş, bal kişand ser hevdîtina Kiliçdaroglu-Erdogan û wiha got: "Vê hevdîtinê her kes xist nava heyecan û bendewariyekê. Heviyek bi me hemuyan re çêkir. Lê serê sibê şaredar binçavkirin. Em wekî hêzên demokrasiyê her tim li pişt diyalogê ne. Me her tim piştgiriyê din hevditin û çareseriyê. Em dê her tim alîgire aştiyê bin û her hefte çalakiya xwe ya Pencşemê berdewam bikin. Em hevîdardim ku hemû hevalên me yên hatine binçavkirin serbest bên berddan." Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
DÊRIK - Li navçeya Dêrikê jî rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariya Dêrikê bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk anîn. Di daxuyaniyê de Wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî amade bûn. Komê pankarta "Dest nede vîna min" û Wêneyê Şaredara girtî Çaglar Demîrel rakirin. Wekîlê Şaredar Dogan Ozbahçeci, polîtîkayên AKP'ê yên girtin û binçavkirinê şermezar kir û xwest şaredarên girtî û hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan. Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
ÊLIH - Li Êlihê jî endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên BDP'ê di hefteya 122'an de çalakiya "Pencşema Reş" pêk anin. Di çalakiya ku li ber avahiya Şaredariyê pêk hat de pankarta "Dest nede vîna min" hate rakirin û girtina şaredaran hate şermezarkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Mehmet Demir, Wekîlê Şaredar Serhat Temel û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Endamê Meclîsa BDP'ê Mehmet Demir, polîtikayên AKP'ê şermezar kir û da zanîn ku dixwaze bi van operasyonan civakî hînî girtin û binçvkirinê bike." Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.
PEYAS - Li navçeya Peyasê ya Amedê jî endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiya Pencşema Reş de Serokê Şaxa Tum Bel Senê yê Amedê Medeni Alpkaya, operasyona li dijî şaredar û rêveberên BDP'ê yên Warê şermezar kir. Li vir jî piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî û dawî li çalakiyê anî.