Di çalakiya protestoyî ya Geverê de pevçûn

Di çalakiya protestoyî ya Geverê de pevçûn

Êrîşa hovane ya polîsên AKP’ê ya li dijî mitînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” ya Amedê li navçeya Gevera Colemêrgê hate protesto kirin. Bi sedan kesên li navenda bajar kom bûn agir pêxistîn û bend danîn bi polîsan re pev çûn.

Li Amedê mitînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” ku ji aliyê BDP’ê û KCD ve hatî amadekirin û ji aliyê Walîtiyê ve hatî qedexekirin. Her wiha polîsên AKP’ê yên bihovane êrîşî parlementerên BDP’ê û gel kirîn li Geverê hate protestokirin. Bi sedan ciwanên li Navenda Sukê û li ser Rêya Şemzînanê kombûyîn, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî ciwana kir, li ser vê yekê pevçûn derketin. Li beramberî êrîşa polîsan, gel jî bi kevir û guleyên hewayî bersiv da. Agir pêxistin û bend hatin danîn.

Bi destpêkirina bûyeran re esnafan derabeyên xwe girtin, cismekî ku li nêzî Marketa Makmar ya Navenda Sukê û hate texmîn kirin bombeya denge teqiya. Hat hînbûn ku, bi bandoriya teqînê re li derdorê zirara aborî rû da.

Gelek polîs û wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê kirin û hêjan bûyer didomin…