Di teqîna navbera navçeyên Lîce û Pasûrê yên Amedê de maşîneya leşkerî perçe bû û Fermandarê Cendirmeyan a Lîceyê û çawîşekî pispor mirin. Li Geverê jî maşîneya leşkerî pê li mayînê kir û teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 2 leşker birîndar bûn.
Şevê din li ser rêya Lîce û Dara Hênê turîstek ji aliyê gerîlayên HGP'ê ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku serê sibê jî gerîlayên HPG'ê li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Lîceyê êrîşa bi roket pêk anî.
Piştî ku tûrist hate girtin û li dijî Fermandariyê êrîşa bi roket pêk hat, leşkeran operasyon li dar xist. Hate zanîn li ser rêya Lîce û Dara Hênê 3 kîlometre dûrî navçeya Lîceyê maşîneya leşkerî ya derket operasylonê pê li mayînê kir. Di teqînê de Fermandarê Cendirmeyan a Lîceyê û çawîşekî pispor birîndar bûn. Fermandar û Çawîşê pispor yê bi giranî birîndar bûn, bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê, lê di rêde mir.
Hate zanîn ku piştî teqînê li herêmê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Turîstê ku duh hate girtin jî serê sibê hate berdan û birin Fermandariya Cenrdirmeyan a Dara Hênê. Cenazeyên Fermandar û Çawîşê pispor anîn Nexweşxaneya leşkerî ya Amedê.
LI SILOPIYÊ TEQÎN
Li Sîlopiyê jî şevê din li dijî lojnamên Gumrukê yên taxa Ofisê saet di 23.00'an de êrîşa bi bombe pêk hat. Di êrîşa bi bombe de der barê kuştin û birîndaran de agahî nehat girtin.
LI GEVERÊ TEQÎN: HERÎ KÊM DU LEŞKER BIRÎNDAR BÛN
Hate zanîn ku li qada sergo Çemê Pilong yê 15 kîlometre dûrî Geverê dema konvoya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat.
Di teqînê de leşkerên bi navê Yusuf Petekkaya û Îbrahim Kanat birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê. Piştî teqînê gelek helîkopterên kobra çûn herêma teqînê. Li herêma Peyanisê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.