Di çalakiya gerîlayên YJA-STAR de 6 leşker mirin

Di çalakiya gerîlayên YJA-STAR de 6 leşker mirin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên YJA-Star a ku li navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat de 6 leşker hatine kuştin û 4 leşker birîndar bûne.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê de hat gotin ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de 6 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Amedê pevçûn qewimiye û nasnameya gerîlayeke li Sêrtê jiyana xwe ji dest da hat aşkerekirin.

DI ÇALAKIYA GERÎLAYÊN JIN DE 6 LEŞKER MIRIN, 4 BIRÎNDAR

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 15'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li herêma Deriyê Dawetiyaya li ser sînor di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên dijmin pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 6 leşkerê dijmin hate kuştin, 4 jê jî birîndar bûye.

LI SÊRTÊ 6 WESAYÎT HATIN RÛXANDIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 10'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de di navbera navçeya Basaya Şirnexê û navçeya Dihê ya Êlihê bi armanca çêkirina riya leşkerî de li dijî şantiyeya di navbera Bilûcanê û Banê Askê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. 6 wesayitên xebatê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Di saet 04.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan li herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.”

GERÎLAYEK JIYANA XWE JI DEST DA

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayê bi navê Yusuf Başçi- Huseyin Mûnzûr ê li Mêrdînê ji dayîk bûye, sala 2004 tevlî nava refên gerîlayan bûye, di dema vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye.

LI ŞINREXÊ 2 WESAYÎT HATIN RÛXANDIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di 15'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li Şirnexê li Deriyê Çilmêra ya Çiyayê Cûdiyê şîrketeke di çêkirina riyên bi armanca leşkerî de dixebite tevî beriya niha hatiye hişyarkirin û xebatê xwe nerawestandiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. 2 wesayitên kar ê di şantiyê de hatiye rûxandin.”

LI AMEDÊ PEVÇÛN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 14'ê Hezîranê de li Amedê li herêma Dorşînê ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin û got; “Di heman rojê de di saet 04.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên deketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin”

LI DIJÎ HEFTENÎNÊ TOPBARAN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Ji 15'ê Hezîranê de di saet 12.00'an heta 16'ê Hezîranê danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bêtalma, Kevirê Botê û Geliyê Konferansê yên ser sînor Heftenînê û Deriyê Dawetiya ya bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”