Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de jiyana Dalmiş hate vegotin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de jiyana Dalmiş hate vegotin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de Elîf Dalmiş ya ku bûyera kuştina apê xwe Mehmet Salih Dalmiş yê ku di sala 1993'an de bi awayekê kiryar ne diyar hate kuştin vegot û da zanîn ku, derbarê leşkerên ku apê wê kuştine doz jî nehatiye vekirin.

Çalakiya Dayîkên Şemiyê yên ku ji bo kuştinên kiryar ne diyar werin zelalkirin her hefte çalakiya rûniştinê pêk tînin vê hefte jî li ber Lîseya Cizîrê pêk hat. Di çalakiya ku gelek xizmên wenda beşdarîbûn û wêneyên windayan hate hilgirtin de Serokê BDP'ê ya Cizîrê M. Nezîr Akengîn û nûnerên MEYA-DER'ê jî cihên xwe girtin. Di çalakiya ku her hefte bûyerek tê vegotin de vê hefte hate xwestin ku bi wesîleya cejnê xwîna ku tê rijandin raweste. Dayîka bi navê Fatma Ozer da zanîn ku, ew hemû rayedarên ku dibin sedema ku di meha remezanê de xwîna ciwanan tê rijandin şermezar dikin û wiha got: "Em wekî dayikan êdî naxwazin xwîn birêje. Em nalet li wan kesên ku dibin sedema xwîn rijandinê dikin."

'LEŞKERÊN KU APÊ MIN KUŞTIN, NEHATIN DARIZANDIN'

Piştî Ozer Elîf Dalmiş bûyera kuştina apê xwe Mehmet Salîh Dalmiş ku bi awayek kiryar ne diyar hate kuştin vegot. Dalmiş anî ziman ku, di sala 1993'an de li ser Pira Qesrîkê wesayîta apê wê ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin.

Dalmiş wiha got: "Apê min mirovek diçû ser karê xwe û dihat malê bû. Her tim ji bo li me binêre, êzîng kom dikir û difirot. Rojek leşkeran li ser Pira Qesrîkê wesayîta apê min gulebaran kirin û wî kuştin. Leşkerên ku apê min kuştin nehatin darizandin jî. Em dê heta dawî şopdarê doza xwe bin." Piştî axaftinê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê kirin.