Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqûbeta Nayci hate pirsîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqûbeta Nayci hate pirsîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya li navçeya Cizîra Şirnexê de çîroka Nadîr Nayci yê ku di salên 90'an de hatî kuştin hat vegotin. Kurê Nayci Ramazan Nayci xwest ku kujer bên bêtin û bên darizandin.

Dayîkên Şemiyê yên li navçeya Cizîra Şirnexê her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin li çalakî lidar dixin, vê hefteyê jî li ber Lîseya Cizîrê lihev civiyan. Endamên Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de jî wêneyên kesên ku di salên 90'an de hatin windakirin bilind kirin. Xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Nadîr Nayciyê di salên 90'an de hat qetilkirin hat vegotin. Kurê Nayci Ramazan Nayci diyar kir ku, bavê wî di sala 1990'an de piştî ku diçû gundê Aşagiçeşmeyê careke din tu agahî ji wî negirtin û got; "Bavê min ji wê rojê û pê de li gundê Kuştepeyê winda bû. Ez çûm gel Cemal Temîzoz û min xwest ku bavê min bidin min. Lê me tu encam negirt. Kesekî alîkarî bi me nekir. Ez dixwazim kujerên bavê min tên aşkerakirin. Bavê min li ser karê xwe bû. Zirar nedida tu kesî. Çima bavê min kuştin. Ez dixwazim berpirs bên cezakirin."

Piştî axaftinê Dayîkên Şemiyê heta demekê çalakiya rûniştinê lidar xistin.