Di encama teqîna di borûya gaza xwezayî ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de pêk hat de herkîna gaza xwezayî hat rawestandin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirk Taner Yildiz ragihand ku li navçeya Bazîda Agiriyê li hemberî borûya gaza xwezayî ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de êrîşek pêk hatiye. Yildiz diyar kir ku ew bawer in ku PKK’ê vê êrîşê pêk aniye û got; “Ji ber teqîna di borûyê de pêk hat, herikîna gaza ji Îranê tê hatiye rawestandin."
Wezîrê Tirk Yildiz diyar kir ku ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji Îranê nagire û got ku di navbera wan û Îranê de tu krîzek tune ye.