Di 6 mehên pêşî yên salê de 6 caran diz ketin GGC’ê

Di 6 mehên pêşî yên salê de 6 caran diz ketin GGC’ê

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojava (GGC) ya ku navenda wê li Amedê ye îsal ji serê salê de 6 caran hate şêlandin.

GGC ya ku li navçeya Yenîşehîr a Sumerparqê ye du caran diz ketin odeya rêveberiyê û du caran kompîtur û televiyona saziyê hate dizîn. Di şêlandinên din de jî gelek amûrên GGC’ê hatibûn dizîn.

Piştî her bûyera diziyê ligel ku agahî dan polîsan jî, tu tiştek nehat kirin û diz nehatin dîtin. Ligel peywirdarên ewlehiyên yên nava Sumerparqê duh êvarê diz ketin GGC û amûrê mutbexê birin.