Aloziya piştî xistina balefira Tirkiyeyê ya ji aliyê Sûriyeyê ve, pêş ket, berdewam dike. Artêşa Tirk bateryayên fuzeyan û tankên şer dişîne xeta sînor a Hatayê. Artêşa Tirk jî yekîneyên xwe yên leşkerî li ser sînoran bi cih kir.
Li ser xeta sînor a Cizîrê artêşa Tirk jî leşkeran bi cih dike û li aliyê din jî li ser xeta sînor a Endîwerê artêşa Sûriye leşkerên xwe bi cih dike. Artêşa Tirk segvanên xwe li ser kulîsan danî û Sûriyeyê jî dest bi kolandina çeperan kir.
Mesafeya di navbera wan de bi qasî avêtina kevirekî ye. Beriya niha li ser sînorê Cizîr-Endîwerê leşkerên Tirk û Sûriyeyî silav didan hev du û sohbet dikirin. Lê niha jî ji ber lîstokên mezinên wan destên wan li ser tetîkê ne.