Dewletê hewl da li Geverê 30 kesî li malekê qetil bike!
Li Geverê, hêzên dewletê bi bombeyan û çeka giran a A-4 êrîşî maleke 30 kes tê de bûn, kirin. Mirovên ji vê komkujiyê rizgar bûn destnîşan kirin, ku ew ê malên xwe neterikînin.
Li Geverê, hêzên dewletê bi bombeyan û çeka giran a A-4 êrîşî maleke 30 kes tê de bûn, kirin. Mirovên ji vê komkujiyê rizgar bûn destnîşan kirin, ku ew ê malên xwe neterikînin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewletê duh bi şev êrîşî taxa Dize kirin. Hêzên dewletê yên dor li malekê girtin, hewl dan komkujiyê bikin. Li hemberî vê avahiya ji 3 qatan a 3 malbatên bi paşnavê Yildiz, hêzên dewletê bi çekên giran ên maşînên zirxî êrîş kirin.
PITIKA NÛ JI DAYIK BÛYÎ JÎ DI NAV DE 30 KES LI HUNDIRÊ XANÎ BÛN
Pitikek nû ji dayikbûyî jî di nav de 30 kes li hundirê vî xanî bûn. Welatiyan di dema vê êrîşê de xwe li odeyên nava xanî girtin û bi vî rengî ji komkujiyê rizgar bûn.
Ji ferdên malbatê Şevket Ylidiz da xuyakirin ku hêzên dewletê bombe jî avêtine nava mala wan û got, "Ji maşînên zirxî gule li me reşandin. Li hundirê avahiyê 15 zarok hebûn. Bêyî ku anonsê yan jî hişyariyê bikin, yekser gule reşandin."
'EM Ê MALA XWE, AXA XWE NETERIKÎNIN'
Yildiz diyar kir, dewlet hewl dide Geverê bide valakirin û got, "Gelo dewlet ev e, edalet ev e? Eger biratî û aştî ev be, bila li binê erdê bikevin! Çi tînin serê mirovan... Çiqasî êrîş bikin jî em ê mala xwe, axa xwe neterikînin."
Parlamenterên HDP'ê Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan û Adem Geverî jî malbata êrîş li wan hat kirin, ziyaret kirin.