Dewleta Tirk wesayîtên zirxî sewqî Silopiyayê kir

Piştî Walîtiya Şirnexê qedexeya kolanan îlan kir, hate diyarkirin ku ji Nisêbînê gelek wesayîtên zirxî û tîmên taybet sewqî Silopiyayê hatine kirin.

Piştî Walîtiya Şirnexê qedexeya kolanan îlan kir, hate diyarkirin ku ji Nisêbînê gelek wesayîtên zirxî û tîmên taybet sewqî Silopiyayê hatin kirin.

Piştî Walîtiya Şirnexê saetên êvarî li gelek taxên Silopiyayê qedexeya kolanan îlan kir, hate diyarkirin ku ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi dehan wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatin sewqkirin. Li gor agahiyên hate bidestxistin, konvoya wesayîtên zirxî yên bi navê Akrep û Kobra ji Nisêbînê ber bi Silopiyayê ve çûne.

Hate destnîşankirin ku di sewqiyatê de gelek tîmên taybet hene.