'Dewleta Tirk û PDK nikarin pêşî li serketina Kurdê azad bigirin'

Rojavayiyan dan xuyakirin, ku komkujî, êrîş û ambargoya dewleta Tirk û hevkarên wan ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê, wê nikaribin vîna Kurdan bişikînin.

Rojavayiyan dan xuyakirin, ku komkujî, êrîş û ambargoya dewleta Tirk û hevkarên wan ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê, wê nikaribin vîna Kurdan bişikînin. Rojavayiyan êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin.

Mûhammed Emîn da xuyakirin, ku AKP û DAIŞ yek in û got, "Her du jî li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Kurd roj bi roj qels dibe, emrê wan kêm dibe. Lewma ewqasî êrîşkar bûne. Dewleta Tirk ji destpêkê ve di bin navê DAIŞ'ê de li hemberî Rojava şer dike. Îro jî dixwaze Rojava bi awayekî vekirî dagir bike. Lewma topan li Efrînê dibarîne. Li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike. Lê dîsa jî jê nehat vîna gelê Kurd bişikîne. Nikare li Rojava jî bi ser bikeve. Êdî ev şoreş şoreşa gel e. Ji bo me Kurdan Kurdistan yek e. Ji bo me Cizîr, Botan, Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Sûr, Kerboran yek e. Dijminê me jî yek e. Em ê li hemberî vî dijminî li ber xwe bidin, bêdeng nemînin. Em hemû Kurd şervanên azadiyê û welatê xwe ne. Divê Erdogan bi vê zanibe û li gorî wê gavên xwe biavêje."

Şehmsîhan Gulo diyar kir, êrîşên îro li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê tê kirin êrîşên li dijî gelê Rojava ye û got, "Bila Erdogan baş zanibe, wê nikaribe Kurdan ji hev qut bike. Me soz dane şehîdên xwe û gelê xwe ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Ti hêz nikare vîna gelê Kurdi nikare eşqa ewlad û welat a di dilê dayikan de bişikîne. Êşên em dikişînin wê bibin volkan û Erdogan bifetisîne." Gulo destnîşan kir, ku ti hêz nikare biryardarî û vîna wan bişikîne.

Muhiyeddîn Hesen da zanîn, ku divê Erdogan û hemû hevkarên wî zanibin; li kîjan parçeyî dibe bila bibe Kurd êdî Kurdê berê nîne û Erdogan çi bike jî wê nikaribe vîna Kurdan bişikîne. Hesen got, "Dema em şehîdekî didin, 2-3 mirovên me bi carekê ve tevlî şer dibin. Ev yek êdî bûye rastiya mirovên me û şoreşa me. Artêşa Tirk îro êrîşî Efrînê dike lê nikare encamê bigire." Hesen bang li Kurdan kir û got, "Me gelek berdêl dan, em gelekî êşê dikişînin, lê azadî ewçend jî nêzî me ye. Em xwedî wê hêzê ne ku hemû êrîşan bişikînin û Kurdistana azad û demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî divê em hemû bi ruhê seferberiyê li ber xwe bidin."

Nûra Elî da xuyakirin ku têkoŞîna azadiyê ya Kurd a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat afirandin, bi wan re eşqa welat û azadiyê afirand û ev nirxandin kir: "Em dewleta Tirk, dijminên Kurdan baş nas dikin. Dijminê me ne, em gilî û gazinan jê nakin. Li hemberî hemû êrîşên dijmin em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Lê di vir de dixwazim ji PDK'ê re bêjim. PDK îdîa dike ku ew hêzeke Kurd e. Lê belê ji destPêka şoreşê û vir ve ji bo şikandina vîna gel û qelskirina şoreşê çi jê hat kir. Li ser sînor xendek kola. Sînor girt, bi vî rengî nehişt birîndar derbas bibe û nehişt derman bên anîn. Çend roj berê li Cizîrê komkujiyek hat kirin. PDK'ê daxuyaniyên welê kir, mîna ku kêfa xwe ji vê komkujiyê re hatiye. Dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike. PDK mîna ku destekê bide vê êrîşê bêdeng e. Em van polîtîkayên PDK'ê qebûl nakin. Ev hemû nîşan didin ku PDK ne hêzeke azadiyê a Kurd e, hevkarê dewleta Tirk a mêtînger e. Eger neyê ser rêya rast, wê ji aliyê gelê Kurd ve ji bilî ve bê rakirin."

Sûltan Huseyîn jî ragihand, ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê qebûl nakin û Kurdên bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, çi partî çi jî hêz, hemûyan lenet dike. Sûltan got, "Ez dayika şehîd im, heta dawiyê ez ê bi têkoşînê re bim. Me xwîn li vê xaka xwe rijand. Ji niha û pê ve ne dewleta Tirk ne jî hevkarên wê, wê nikaribe me têk bibe."

Huseyîn da xuyakirin ku dewlet Tirk û hevkarên wê yên Kurd çi dikin bila bikin, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û sînorên vê zilmê rakin û got, "Dixwazin bila malên me bi serê me de biruxînin. Em ê li wir bimirin. Lê em ê nehêlin ew bi ser bikevin."

...