Dewleta Tirk dixwaze êrîşî Kerkûkê bike

Li gorî agahiyan, Tirkiyeyê di dema operasyona Telaferê de plan kiriye ku li Kerkûkê tevlîheviyê derxîne û ji bo vê jî mirovên bi zimanên Tirkmenî û Erebî dizanin, perwerde kiriye.

Belgeyên li ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê ya li herêmê roj bi roj kifş dibin. Li gorî nûçeyek di rojnameya Haval de hate weşandin, dewleta Tirk di dema êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê de hewl daye li Kerkûkê tevlîheviyê çêbike.

Di nûçeyê de hat ragihandin, di destpêkê de komek ji çeteyên DAIŞ'ê yên ji 40 kesî pêk tê, ji Telaferê hatine girtin, ew birin Başîka û piştre derbasî Enqereyê hatin kirin. Li gorî gotinên wezîfedarekî ewlekariyê, dewleta Tirk dixwaze bi vê planê careke din bi destê DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê bike.

Wezîfedarê ewlekariyê da xuyakirin, ku haya wan ji vê planê heye û li dijî êrîşên gengaz ên DAIŞ-dewleta Tirk, ew di asta herî bilind de amade ne.