Dewleta Tirk bombekirina mizgeftan berdewam dikin

Li Sûrê di encama êrîşên dewleta Tirk de minareya Mizgefta Haci Hamît hilweşa, topên hewanê li Mizgefta Hisarliyê jî ketin.

Li navçeya Sûr a Amedê, di nav 48 rojên dorpêçê de êrîşên herî giran ên li ser navçeyê tê kirin. Li Sûrê topbarana giran a di saetên sibehê de destpê kir bi saetan e bênavber berdewam dike û dengê topbaran û gulebarana ji çekên giran, li hemû Amedê tê bihîstin. Hêzên dewletê yên nikarin bikevin qadên berxwedanê bi topbarana tankan û bi kepçeyên zirxî malan xira dikin û hewl didin bi vî rengî bikevin taxan.

MINARA MIZGEFTA HACI HAMÎT HATE XIRA KIRIN

Di van êrîşan de, cihên dîrokî jî dibin hedef. Hêzên dewletê yên beriya niha Mizgefta Kurşunlu û Himama Paşa şewitandin vê carê jî minara Mizgefta Haci Hamît hilweşandin. Di dîmenên dawî yên mizgeftê de xuya dibe ku minara mizgeftê bi temamî hatiye xira kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku tevî mizgeftê, malên li derdor jî xisarê dîtine.

BI TOPÊ HEWANÊ ÊRÎŞÊ MIZGEFTA HASIRLİYÊ KIRIN

Piştî Mizgefta Haci Hamît, Mizgefta Hasirli jî bû hedefa topbaranê. Di saetên sibehê de topên hewanê li mizgeftê ket. Ji ber ku top neteqiya mizgeft bi temamî hilneweşiya lê li mizgeftê xisarek cidî çêbû.