Dewleta Tirk bi zanebûn sivîlan hedef digire
Balafirên şer ên Tirk, gundê Şeraniş ê ser bi Heftanînê hedef girtin. Gundiyên ji ajansa me re axivîn anîn ziman, ku dewleta Tirk bi zanebûn wan hedef digire û komkujî û sirgûnê li ser wan ferz dike.
Balafirên şer ên Tirk, gundê Şeraniş ê ser bi Heftanînê hedef girtin. Gundiyên ji ajansa me re axivîn anîn ziman, ku dewleta Tirk bi zanebûn wan hedef digire û komkujî û sirgûnê li ser wan ferz dike.
Balafirên şer ên Tirk, gundê Şeraniş ê ser bi Heftanînê hedef girtin. Şêniyên vî gundî Xiristiyan û Misilman in. Ev gundê ku beriya niha gelek caran bû hedefa balafirên şer ê Tirk, di şeva 16'ê Çileyê saet di 23:30 de careke din hat bombekirin. Ji ber vê êrîşê tiştek bi kesî nehat, lê belê dehl, rez, depoyên avê û gelek xaniyên gundiyan zerar dîtin. Gundiyên ji ajansa me re axivîn anîn ziman ku hedefa dewleta Tirk tevahiya gelê Kurd e.
Gundiyan anî ziman ku êrîş bi şev dema ew di xew de bûn pêk hatiye û ji ber êrîşê zarokên wan gelekî tirsiyane. Gundiyan dan zanîn, ku ew bi zanebûn hedef hatine girtin. Gundiyan diyar kirin ku cihê vê êrîşê di hiqûqa navneteweyî de nîne û destnîşan kirin, ku divê hêzên navneteweyî li pêşberî êrîşan bêdeng nemînin û pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin.
Hat ragihandin, ku ji ber di dema êrîşê de kesek ne li derve bû, tişt bi kesî nehatiye. Gundiyan anîn ziman ku bi van êrîşan re hewl tê dayîn çav li wan bê tirsandin û werin sirgûnkirin.