Dewleta Tirk a rê nade derbaskirina cenazayan wê bê protestokirin
Rawestandina 13 cenazeyên şervanên HPG, YPG/YPJ'ê yên li ser sînor, wê li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî were protestokirin.
Rawestandina 13 cenazeyên şervanên HPG, YPG/YPJ'ê yên li ser sînor, wê li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên girseyî were protestokirin.
Malbatên ku ev sê roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê çalakiya rûniştinê lidar dixin, ji bo tevlî meşa şermezarkirina astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyan bibin, hatin navçeya Tilxebînê ya Silpiyayê. Ji bo meşê bi hezaran kes ji navenda bajarê Şirnexê û navçeyan herikîn nava bajarok.
KURDISTANIYÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ WÊ BIHERIKIN SER SÎNOR
Dewleta Tirk a nahêle cenazeyên şervanên HPG, YPG/YPJ'ê werin derbaskirin, wê li Hewlêrê jî bê protestokrin. Cenazeyên 13 şervanan ji ber astengiya dewleta Tirk ev 4 roj in li ser sînor tên sekinandin.
Ev helwesta dewleta Tirk wê bi pêşengiay Nûnertiya DBP'ê ya Hewlêrê ji aliyê gelek saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ve were protestokirin.
Xwepêşandana protestoyî wê li ber parlamenta herêmê ya Kurdistanê bê lidarxistin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseya gel wê bi konvoyeke ji wesayîtan biçe Deriyê Sînor ê Xabûrê.