Hat ragihandin ku rêxistinek girêdayî El Qaîdeyê, êrîşên roja duşemê li seranserê Iraqê pêk hatin û 115 kes têde jiyana xwe ji dest dan girt ser xwe.
Rêxistina bi nave Dewleta Îslamî ya Iraqê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku diyar kir ku çalakî destpêka hemleya leşkerî yak u hefteya borî hatibû îlankirin e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin “Dijmin hat gêjkirin” û got; “Careke din binketina servîsên ewlekarî û sîxûrî yên Iraqê nîşan dan.
Di encama teqînên roja duşemê li tevî bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkukê, li 19 bajarên Iraqê 29 êrîş pêk hatin û di van êrîşan de 115 kes jiyana xwe ji dest dan.