Dewlet li Sûrê bêçare ye: Her roj leşkeran dişîne, lê tiştek jê nayê
Dewleta Tirk, tevî ku her roj leşkeran dişîne Sûrê jî tiştekî bi dest naxe. Dewleta ku nikare berxwedana gel bişikîne, vê carê jî 'Komik Sor' şand navçeyê.
Dewleta Tirk, tevî ku her roj leşkeran dişîne Sûrê jî tiştekî bi dest naxe. Dewleta ku nikare berxwedana gel bişikîne, vê carê jî 'Komik Sor' şand navçeyê.
Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 49. de dewam dikin. Hêzên dewletê, tevî ku ji her alî ev teknîka şer bi kar tîne, nikare berxwedanê bişikîne. Vê carê jî leşkerên xwe yên 'Kumik Sor' şand ji navçeyê re.
Dewleta Tirk, di rojên destpêkê de polîsên tevgera taybet (POH), piştre leşkerên tevgera taybet (JOH) tevî ji her celebî maçînên zirxî li navçeyê Sûrê bi cih kir. Vê jî têrê nekir, ji hemû bajarên welêt leşker anî navçeyê.
Dewleta Tirk a ku bi van hemû hêz, çekên giran û teknîka xwe nikare berxwedana YPS/YPS Jin bişikîne, komadoyên SAS şand Sûrê. Bi vî rengî di nava 20 rojan de zêdeyî 10 hezar leşker, polîs, TÎM, SAS, komando û maşînên zirxî li derdora Sûrê bi cih kir. Tevî vê hêza mezin jî, dewleta Tirk kir û nekir, nikarî bikeve nava taxên berxwedanê. Di van êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê de, nokerên dewletê, cerdevanan jî cih girtin.
Cerdevanên ku li şûna li cem berxwedana xwerêveberiyê ya gel cih bigirin, rabûn li cem hêzên dagirker ên dewletê cih girtin, vê carê li Sûrê li dijî gel çek bi kar anîn. Lê mîna her carê, vê carê jî li hemberî berxwedana gel bi ser neketin.
XUYA YE WÊ CAREKE DIN TÊK BIÇIN
Dewleta bêçare maye, herî dawî yekîneyek ji 150 leşkeran ên Fermandariya Hêzên Taybet ku weke 'Komik Sor' pênase dikin, şand Sûrê. Xuya ye dewlet wê careke din li hemberî berxwedana gel têk biçe.