BI DÎMEN

'Destûr nedin sekvan derkevin ser banên we û mirovan qetil bikin’

Malbata ku li Nisêbînê destûr nedan sekvan derkevin ser banê wan hat îşkencekirin. Abdurrahman Eroglu got, “Dewlet di çeperên di malên me de çêkirine mirov qetil kirin. Min nikarîbû destûr bidim.”

Malbata ku li Nisêbînê destûr nedan sekvan derkevin ser banê wan hat îşkencekirin. Abdurrahman Eroglu got, “Dewlet di çeperên di malên me de çêkirine mirov qetil kirin. Min nikarîbû destûr bidim.”

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê yekemîn roja “qedexeya derketina kolanan” 13’ê Mijdarê sekvanên Tirk xwestin derkevin ser banê malbata Eroglû ya li Taxa Devrîm. Abdurrahman Eroglû yê destûr neda polîs derkevin ser banê wan, hevsera wî Ayle Eroglû û kurê wî Ferhat Eroglû li ber çavên ferdên din ên malbatê bi awayekî hovane hatin derbkirin û îşkence li wan hat kirin.

Abdurrahman Eroglû hovîtiya pêre rû bi rû hat ku ji ANF’ê re vegot, got ku polîsên tîmên taybet bi deqeyan îşkence li wan kirin. Eroglû got ku destûr neda di çepera mala wî de bê  çêkirin mirov bên qetilkirin û wê destûr jî nede.

LI BER ÇAVÊN ZAROKÊN WÎ BI AWAYEKÎ HOVANE ÊRÎŞ KIRIN

Eroglû diyar kir "13’ê Mijdarê piştî qedexeyê destpê kir, di carekê de bihîstin ku deriyê wan hat şkandin” û wiha dewam kir: “Tam wê kêliyê ez, hevsera min û kurê min Ferhat em derketin hewşê. Di carekê de tîmên taybet ên rûyê wan girtî gotin, ‘xwe biavêjin erdê’. Dema me pirs kir gotin, wê sekvanan li ser ban bi cih bikin. Min îtîraz kir, min got, ‘Hûn nikarin derkevin’. Wê kêliyê li ber çavên neviyê min ê yek du salî, bûka min û hevsera min bêyî guh bidin qîrîna wan bi awayekî hovane êrîşî bav û kurê min kirin.”

'HER TIŞTÎ BIKE LÊ EZ DESTÛR NADIM TI GELÊ ME QETIL BIKÎ'

Eroglû anî ziman ku tevî hemû êrîş û îşkenceyan destûr nedaye sekvan li ser banê wan bi cih bibin û got: ''Tîmê taybet ê li ser serê wan got, van hemûyan bikujin.” Min got, ''Her tiştî bike, lê ez nahêlim tu derkevî ser banê me gelê me û zarokên me qetil bikî.” Eroglû diyar kir ku li ser qîrîna zarokên wan ku cîran derketin derve tîmên taybet mala wan terk kirine.

Eroglû anî ziman ku bi bandora derbkirinê bi rojan êşa serî kişandiye. Eroglû anî ziman ku li ber çavên her du zarokên wî û hevsera wî hatiye derbkirin, derûniya du zarokên wî yên keç xera bûye.

'DESTÛR NEDIN GELÊ ME QETIL BIKIN'

Eroglû di serî de gelê Nisêbînê bang li gelê li her herêma Kurdistanê rastî êrîşa dewletê tên kir û got: ''Destûr nedin sekvanên dewletê yên qatil xanî û banên we bi kar bînin, zarok û jinên we qetil bikin. Li ber xwe bidin, netirsin çi dibe bila bibe min destûr neda, ez ê ji niha û pê ve jî destûr nedim."