Destpêkê bi zilma DAIŞ'ê re rû bi rû hiştin, dûre pere pêşniyar kirin

Mîr Nazim Tahsîn kurê yek ji lîderên Êzidiyan Mîr Tahsîn,dema di Gulana bihurî de ji bo hevdîtina bi rayedarên dewletê re hat Mêrdînê, pêşniyara dayîna pereyan li Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya li Nisêbînê kir û ji wan xwest bên ser xeta PDK'ê.

Mîr Nazim Tahsîn kurê yek ji lîderên Êzidiyan Mîr Tahsîn, derket holê ku dema Gulana bihurî ji bo hevdîtina bi rayedarên dewletê re hat Mêrdînê, pêşniyara dayîna pereyan li Êzidiyên li kampa AFAD'ê ya li Nisêbînê kiriye û ji wan xwestiye bên ser xeta PDK'ê. Ji kampa Yenîşehîr a Amedê Îdo Heskanî ji ANF’ê re axivî û got: "Kurê lîderê Êzidî Mîr Tahsîn, Mîr Hazim Tahsîn, xwarziyê wî Ferec Xeyrî û kurê lîderê ruhanî yê Êzidiyan Baxê Şêx, çûne kampa AFAD’ê ya Nisêbînê û ji Êzidiyên li wir re gotine eger di xeta PDK'ê de bimeşin, ew ê dolaran bidin wan. PDK’ê Êzidî terkî zilma DAIŞ’ê kir. Bêyî ku şerm bikin zarokên lîderên me yên ruhanî bi kar tînin û dixwazin me bikirin. Ev bêrûmetiyek çawaye."

Îdo Heskanî ku li kampa Êzidiyan a Şaredariya Yenîşehîr a Amedê dimîne, yek ji sedan malbatên Êzidî ku dixwaze derbasî Bulgarîstanê bibe ye. Heskanî bavê 7 zaroken û  piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê destpê kir, parastina serokê Êzidî yê hikûmeta Navendî ya Iraqê Dexîl Qasim Hesun dikir. Heskanî li gundê Tilqeseb bi saetan li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Roja şer berpirsyarê Buroya Rêxistibûna Şengalê a PDK’ê Serbest Bapirî dibêje 'hun şer bikin emê ji we re pêşmergeyan bişînin.'

Heskanî got: "DAIŞ’ê her çar aliyên gund girtin. Em neçar man birevin. Ez bi zarokên xwe re derketim çiyê.  Gerîla hatin alîkariya me û korîdor vekirin. Em wisa xilas bûn. Em hatin Tirkiyeyê û li vir bi cih bûn. 

EV BÊRUMETIYEK ÇAWA YE!

Beriya em biçin Edîrneyê, kurê lîderê Êzidî Mîr Tahsîn, Hazim Tahsîn, xwarziyê wî Ferec Xeyrî û bavê lîderê ruhanî yê Êzidî Babê Şêx, diçin kampa AFAD’ê ya Nisêbînê. Dolaran derdixin û dibêjin eger hun di xeta PDK’ê de berdewam bikin em ê pereyan bidin. Lê xizmên me ev qebûl nekirine.  15 heban pere girtine. Ev 15 kes li kampê hatin derbkirin. Xizmên min pere ji destê wan digirin û diçirînin. Dixwazin me bi pereyan bikirin. Ev bêrûmetiyek mezine."

Heskanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî vê bûyerê wan gelekî xwestin biçin Ewropayê û got: "Me li kampê heyetek ava kir û em çûn seferatxaneya Bûlgarîstanê.  Me bi pêşniyara wan serî li Nûneriya Yekîtiya Ewropayê dan. 20 roj dem dan me. Lê bersivek nehat.  Ji bo em biçin cem Waliyê Amedê em çûn Qereqola Jendermeyan a TRT’ê ya Çinarê. Fermandariyê jî got ti astegî li pêş we tine. Cesaret dan me. Em bi 12 otobusan çûn Edîrneyê. Di rê de em qet nesekinandin. Li nêzî Edîrneyê jendermeyan pêşî li me girtin. Em ji wesayîtan peya kirin û ajokar reviyan. Polîsan dor li me girtin. Em matmayî man. Em 4 saetan hatin sekinandin. Waliyê Edîrneyê hat. Em dîsa li erebeyan siwar kirin û vegerandin."

Heskanî da zanîn ku ew li kampa AFAD’ê ya Nisêbînê jî rastî pêkanînên xerab hatine û destnîşan kir ku kamp weke girtîgehê bû. Heskanî got: "Ne kampa Êzdiyan te digot qet ya DAIŞ’ê bû. Leşkeran alavên me hemû ji me digirtin. Telefonên me digirtin. Li konên me alên DAIŞ’ê hatibûn xêzkirin."

...