Desteya Bilind di cenjê de banga tevlîbûna têkoşînê kir

Desteya Bilind di cenjê de banga tevlîbûna têkoşînê kir

Desteya Bilind a Kurdan (DBK) bi rasthatina cejna alema Îslamê Remezanê daxuyaniyek belav kir. DBK’ê bal kişand ser êrîşên rejîmê û bûyerên li Sûriyeyê diqewimin û bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku cejnê di nava şahiyê de pêşwazî nekin.

Desteya Bilind bang li gelê Kurd dike ku cejna Remezanê ya îsal di nava şahiyê de pêşwazî neke. DBK’êdi daxuyaniyê de, cejna Remezanê li gelê Sûriye bi giştî û gelê Kurd bi taybetî, pîroz dike.

Daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd balê dikşîne ser serhildana gelê Sûriyeyê û şoreşa azadiyê ya li dijî rêjîmê. Daxuyanî şehîdên şoreşa azadiyê bibîr tîne û balê dikşîne ser êrîşên rêjîmê yên hovane li dijî gel.

Daxuaniya Desteya Bilind a Kurd bang li gelê Kurd dike ku di van mercên dijwar de ku rojane bi sedan kesên sivîl jiyana xwe ji dest didin, cejna Remezanê di nava şahî û kêfxweşiyê de pêşwazî neke.

Desteya Bilind a Kurd di dawiya daxuyaniyê de, banga tevlîbûna têkoşîna azadiyê li gelê Kurd dike û şehîdên şoreşê bi bîr tine.